Li Nisêbînê pevçûn: Kuştî û birîndar hene

30-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê çawîşekî pispor hat kuştin û du polîs jî birîndar bûn. Herwiha di operasyonan de efserek jî bi fîşeka nîşangiran hat kuştin.

Li Bakurê Kurdistanê alozî berdewam e. Li Nisêbînê 48 roj e derketina derve qedexe ye û bi hinceta rakirina berbest û tejîkirina xendekan bi taybetî li taxên Evdilqadirpaşa, Firat, Yenîşehîr, Dîcle, Zeynelabidîn û Dijlê operasyon didomin û bajar tê wêrankirin.

Vê sibê li taxa Evdilqadirpaşa di dema operasyonê de şer di navbera şervanên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên dewleta Tirkiyê de derket û di encam de çawîşekî pispor hat kuştin û du polîs jî birîndar bûn.

Di operasyonan de efserek jî bi fîşeka nîşangiran hat kuştin.

Ji 14ê Adarê ve derketina derve li Nisêbînê hatiye ragihandin û bajar vala bûye. Tenê dengê topbaran, teqe û teqînan ji bajêr bilind dibe.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin, tax û kolan ji dûr ve tên topbaran kirin û piştre leşker û polîs dest bi operasyonan dikin û ev yek jî bûye sedema wêranbûna bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst