Hewlêr (Rûdaw) – Bi kurahiya 16 kîlometreyan di nav axa Başûrê Kurdistanê de Artêşa Tirkiyê dest bi çêkirina sê binkeyên leşkerî dike.
Li gor medya Tirkiyê “Artêşa Tirkiyê hewldanên xwe zêde kirine bo çêkirina sê binkeyên leşkerî li Bakurê Iraqê. Dozer bi paqijkirina rê ve mijul in bo çêkirina rêyeke qîrkirî ji bo baregahên berê û yên niha tên çêkirin bihev ve bên girêdan û di heman demê de girêdana rê bi Tirkiyê ve daku hêzên wê bikaribin bi asanî çûn û hatinê bikin.”
Li gor heman medyayê karkirina çêkirin û xweşkirina rê bi kurahiya 16 kîlometreyan di nav axa Başûrê Kurdistanê de tê kirin û fermandarên Lîwaya 3 ya Piyade û Firqeya 34 a Sînorparêz serdana welatiyên gund û avahiyên derdora Kanî Reş û Xakurkê kirine ku berê di bin kontrola PKKê de bûn.
Di vê derbarê de Qeymeqamê Soran Kirmanc Izet ji Rûdawê re got: “Yekeyên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê ji carên din cuda, tank, zirxpoş û çekên cuda anîne navçeyê. Herwiha li nêzîkê gundan qereqol û senger çêkirine û hejmareke zêde ya leşkeran jî bicîh kirine.”
Kirmanc Izet, da zanîn ku yekeyên leşkerî yên Artêşa Tirkiyê amêrên cuda yên karkirinê ligel xwe anîne û bi paqijkirina rê ve mijûl in, ku eger heye bo çêkirina baregahên leşkerî be û wiha axifî: “Armanca hatina wan a vê care mana li vir e, ji ber berê du roj piştî operasyonên leşkerî vedikişiyan bo nav baregahên xwe yên li Tirkiyê, lê vê carê baregahan çêdikin.”
Şeva 10ê Adarê leşkerên Tirkiyê li bajarokê Geverê yê parêzgeha Colemêrgê, êrîşî pêgehên PKKê kirin. Li Herêma Kurdistanê jî bi hevkariya firokeyên şer û kurahiya 10-15 kîlometreyan operasyon dan destpêkirin.
Fermandariya HPGê kuştina 5 leşker û birîndarbûna 11 leşkerên din di wê operasyonê de ragihand. Li gor Serokerkaniya Tirkiyê jî “11 şikeft û 26 cihê mane hatine wêrankirin, 24 bombe û mîn hatine pûçkirin û hejmareke zêde ya çekan jî hatiye desteserkirin. Herwiha 67 gerîllayan jî canê xwe jidest dane.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse