Hewlêr (Rûdaw) - Di 11 mehan vê dawiyê de 14 kes li sînorê navçeya Amêdiyê ya Duhokê, ji ber bombebarana balafirên artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest dane, û çendîn gund û navçe jî hatine valakirin û zirareke zêde a madî bi xelkê wan navçeyan bûye.
Ji destpêka sala 2018an ve 14 gundnişîn li sînûrê Amêdiyê bi sedema êrîşên asmanî yên Tirkiyê canê xwe ji dest daye.
Bi sedema bumbebaranan tirs û dilgiraniyeke mezin di nava xelkê de belavbûye û hatin û çûna navbera gundiyan de qutkiriye û hijmarek ji xelk gundan zarokên xwe ji xwendingehan derxistine.
Rûniştvanên gundên sînorê Amêdiyê dibêjin, ji ber tirsa bombebarana wan zarokên xwe ji dibistanan derxistine.
Xelkê Amêdiyê û navçeyên sînorî daxwazê dikin ku PKKe navçeyên wan nemînin, heya ku ti hincetek li ber destê artêşa Tirkiyê nemîne ku wan navçeyên sînor bombebaran neke
Xelkê Amêdiyê Hisên Mihemed dibêje bi berdewamî balafirên Tirkiyê herêmên bomberan dikin û ji ber wê yekê mamosta nayên dibistanên wan û zarokên wan ji xwendinê bêpar dimînin.
Mihemed Salih hemû rojeke pêncşem dice ser gora kurê xwe yê ku ji encama bombebarana balafirên Tirkiyê jiyana xwe ji dest daye û tiliya tohmetê jî ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dirêj dike û dibêje eger tevgerên gerîlayan li navçeyê nebin navçeyên wan nayên bombebarankirin.
Bavê qurbaniyekî bombebarana balafirên Tikriyê Mihemed Salih got: “Erdê ku me şehîd daye 300 metrayan ne dûrî malê ye. Hikûmeta Tirkiyê ji ber PKKê tê tehdayê li miletê me dike. Çi karê hikûmeta Tirkiyê li gundê min heye û kurê min, pismamê min şehîd bike. Em qebûl nakin mirovên me bêsedem bêne kuştin.”
Tirkiyê piştî ku Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dest YPGê derxist,operasyonên xwe li dijî PKKê li başûrê Kurdistanê zêdekirine.
Pêtiriya wan operasyonên asmanî li parêzgeha Duhok, devera Biradost, û çiyayê Qendîl têne encam dane.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse