DAIŞ bi tank, top û otomobîlên bombekirî êriş dike

29-11-2014
RÛDAW
Kobanî
Kobanî
A+ A-

Sînorê Kobanî (Rûdaw)- Şer û pevçûnên giran di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de li ber deriyê sînorî ji sibehê ve berdewam dikin. Herwiha îro balafirên hevpeymaniya navdewletî li çeperên DAIŞê dan.

Peyamnêrê Rûdawê li nêzîkî bajarê Kobanî Imer Kalo ragihand: “Çekdarên DAIŞ ji vê sibehê bi 3-4 otomobîlên bombekirî êrişî deriyê sînorî yê di navbera Kobanî û Bakurê Kurdistanê de kiriye.”

Imer Kalo wiha domand: “Li gorî şervanên hindirê Kobanî ku ji me re ragihandin, ew otomobîl di ber xeta sînorê Tirkiyeyê re ji aliyê Rojava nêzîkî deriyê sînor bûne û xwe teqandine, ji ber ku ji aliyê başûr û rojhilat û rojava ve riyên ku dighên deriyê sînorî kontrolkirîn e û ji bilî xeta ber sînorê Tirkiyeyê ve ti riyên din nînin.”

Kalo wiha got: “Şer û pevçûnên giran bi hemû çekan di navbera hêzên kurdî û çekdarên DAIŞê de ji sibehê ve berdewam dikin û çekdarên DAIŞê bi çekên giran û bi tundî her deqeyekê topekê davêjin ser Kobanî. Herwiha şerekî giran li ber deriyê sînorî diqewime.”

Herwiha li gorî şervanên nav bajêr, “Îro çekdarên DAIŞê tankan jî bikar tîne, ku ev demek bû balafiran tankên wan têk birbûn, lê îro dîsa tên bikar anîn.”

Peyamnêrê Rûdawê da zanîn ku, “Hêzên Pêşmerge ji bi tundî çeperên DAIŞê didin ber topan.”

Derbarê tevgera balafirên hevpeymaniya navdewletî jî, Imer Kalo wiha got: “Balafiran îro 3 caran li çeperên DAIŞê dan, ku cara sêyemîn li nêzîkî rêya Helebê seat 10:10 bû. Herwiha vê sibehê seat 07:00 û 09:30 jî li çeperên DAIŞê dan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst