Hewlêr (Rûdaw)- Bijîşkê pêşmerge yê li navçeya Pirsûsê ya girêdayî Rihayê got, “Em jî we hêvî dikin ku hûn dengê me gihînin rayedarên kurd lewra li Tirkiyeyê em rastî kiryarên xirab tên.”
Dr. Izedîn Temo duhî li gel Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên bi balafirê çûyîn Rihayê bi rêya telefonê ji Rûdawê re got ji dema gihiştin Rihayê heta niha rastî muameleyk ne baş tên.
Temo diyar kir ku ew duhî şev li gorî saeta Tirkiyeyê 01.00ê gihane Rihayê û hêj li Hewlêrê nûnerên Tirkiyeyê destûr nedane bi cilên pêşmerge û bi çekan biçin.
Temo daxuyandin ew ji Rihayê bi otobusan çûne Pirsûsê û wiha got, “Cihe ku em lê disekinin tiştek nîne. Ji bo dest şûştinê ne lavaboyek ne jî sabunek nîne. Xwarina didin penaberan didin me. Em li vê derê xwe weke mekûma dibînin. Pêwendiyên me bi derve nîne. Em li bendê ne çekên me bigihîjin me. Ji ber ku çekên me ne gihîştine me em nikarin derbasî Kobaniyê bibin.
Herwiha Temo got leşkerên Tirkiyeyê ji ber ku gelê kurdên Bakur bi germî pêşwaziya wan kirine ew ji wan aciz in.
Dr. Izedîn Temo dixwaze rayedarên kurd di demek nêzîk de xwe bigihîne wan û pirsgirêkên wan çareser bikin.
Wezareta Pêşmerge heta niha ew agahî piştrast nekirine.



