Partiya Tirkmenelî: Mafê tirkmenan garantî be em nabine dijberê serxwebûnê

29-07-2017
RÛDAW
Şêwirmendê Partiya Tirkmenelî Elî Miftî
Şêwirmendê Partiya Tirkmenelî Elî Miftî
Nîşan Tirkmenelî Panel Zanîngeha Çermo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Partiya Tirkmenelî Elî Miftî diyar kir, ku heta lihevkirineke nîştîmanî nebe, zehmete referandûma Başûrê Kurdistanê serbikeve. Miftî herwiha diyar kir, eger Kerkûk bibe herêmeke federal, dikare pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike.

 

Li Zanîngeha Çermo ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê, panelek bi navê “Referandûm, astengî û derfet” bi rêve diçê.

 

“Dewleta Iraqê ne serkeftî ye”

 

Şêwirmendê Partiya Tirkmenelî Elî Miftî di panelê de axivî û got: “Dewleta Iraqê ji dema damezrandina xwe heya niha, wate ji sala 1921ê ve rastê tengezariyeke mezin a rêveberiyê bûye. Vî dewletî tenê bi rêya serbazî kariye hejmûn û serweriya xwe bisepîne. Desthilatên li Bexdayê yek li pey ya din hewldane bi vê rêyê hizra xwe bisepînin.”

 

Miftî amaje bi wê yejê kir, ku piştî hilweşandina rejîma Bees, bi beşdarbûna nivîsandina destûra Iraqê, kurdan piştgirî daye dewletekî federal û got: “Di sala 2005ê de dema destûra Iraqê hate dariştin hate destnîşankirin, ku dewleta Iraqê pabendê pêkanîna sîstema federalîzmê ye.”

 

Pêşniyara Kerkûkê

 

Miftî da xuyakirin, ku weke Partiya Tirkmenelî, wan ji sala 2006ê ve projeya xwe ya taybetî peşkeşî hikûmeta navendî kiriye û daxwaz kirine ku Kerkûk bibe herêmeke cuda û got:” Ji sê beşê Civata Parêzgeha Kekrûkê ev proje pesend kir. Lê di 10 salên derbasbûyî de hikûmetê nekarî vê projeyê bixe nava lîsteya karên xwe. Ji ber ku hikûmetê bandora xwe wenda kir û bi taybet li navçeyên tirkmennişîn nekarî karên xwe bike.

 

Bi destpêkirina şerê DAIŞê hikûmeta navendî bi hemû awayî birêvebirina herêman de şkestxwar. Niha derfet zêdetir bûye, ku ev herêm weke herêmên federal werin sererastkirin, pêkhatgeyên li van herêman dijîn bixwe bikarin xwe birêvebibin, proje û çalakiyên xwe yên ji bo pêşxistina herêma xwe pêk bînin û biyarên xwe bidin.”

 

Elî Miftî wiha berdewam kir: “Avabûna Herêma Kerkûkê dê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike. Herwiha dê bibe xwedan rewangeheke cuda ku bikare pêwendiyên aliyên siyasî jî sererast bike, bikare berjewendiyên giştî biparêze. Herwiha dikare di asayîkirina rewşa herêmê de roleke mezin bilîze. Taybetmendiyeke din ê Kekrûkê ew e, ku dikare rê ji hemû pêkhateyan re veke da ku bi awayekî demokratîk siyasetê bikin. Bi vî awayî ne raste rast jî be dikare ji bo aştiya civakî bandorê li ser hemû aliyan bike.

 

Dîsa herêma Kerkûkê dikare di warê aborî de bibe cihê kar û veberhênana biyanî dabîn bike. Dikare bibe çavkaniyeke mezin a avakirinê. Ji aliyê çandinî û pişesaziyê ve jî bibe çavkaniyeke baş. Hemû alî dikarin beşdarî rêveberiyê de beşdar bin, biryarên hevpar werbigrin. Ev yek jî dikare hişyariyeke mezin çêbike.”

 

Referandûma Kurdistanê û helwesta tirkmenan

 

Derbarê referandûma Başûrê Kurdistanê de Miftî nêrîna xwe anî ziman û diyar kir, ku referandûm ne karekê hêsan e.

 

Miftî wiha axivî: “Ji ber ku di nava xwe de pêwîstî bi li hevkirineke nîştîmanî heye. Di nava hemû pêkhateyan de divê guftûgo hebe. Herwiha divê sîstema birêvebirina dewletê were destnîşankirin. Gelo dê bibe dewletekî nijadî yan dê bibe dewletekî nîştîmanî ya hemû pêkhateyan di nava xwe de dihewîne?”

 

Şêwirmendê Partiya Tirkmenelî di berdewama axaftina xwe de wiha got:

 

“Weke pêkhateya tirkmen em naxwazin bibin beşek ji dewleta nijadî ya kurdî, ku daxwazên me piştguh bixe. Em dixwazin li dewleteke medenî û dûrê îdeolojiya neteweperstî bijîn. Çawa kurdan weke pêkhateya duyemîn a Iraqe hemû mafên xwe bidest xistibin, em jî dixwazin bibin pêkhateya sereke û hemû maf û daxwaziyên me jî werin cîbicîkirin. Eger garantî bidin û mafên me biparêzin em li dijî vê biryarê nabin.

 

 

Divê pirsgirêkên di navbvera Bexda û Hewlêrê bi rêyên diyalogê werin çareserkirin. Herwiha pêwiste mekanîzmayên demokratîk werin bikaranîn da ku aliyek îradeya xwe bi ser ya din de nesepîne. Nexwe dê pirsgirêkên mezintir derbikevin. Divê di navbera hemû pêkhateyan de guftûgo werin kirin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst