Êzdiyên Sûriyê: Em qebûl nakin kes bi navê Kurdên Êzdî biaxife

28-12-2013
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Êzdiyên Sûriyê ragihand ku her du encûmenên kurdî li Rojavayê Kurdistanê ew piştguhxistine û ew ji beşdariya di kongreya Cenêv2 de bêpar kirine.

Berdevkê Encûmena Êzdiyên Sûriyê Serhan Îsa di daxuyaniyekê de got “Em wek Encûmena Êzdiyên Sûrî ji dil û can nûjenkirina peymana Hewlêr di navbera herdu Encumenên Kurdî (Encûmena Niştimanî ya Kurd û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê) de pîroz dikin”.

Di heftiya borî de her du encûmenên kurdî li bajarê Hewlêrê derbarê çend xalan de li hev kirin û yek ji wan xalan ew bû ku her kesê ji her du encûmenan tevlî kongreya Cenêv2 bibe dê bi nûneratiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di kongreyê de biaxife.

Serhan Îsa bal kişand ku ew piştgiriya wê helwestê dikin, lê nerazîbûna xwe anî ziman û got “Em helwesta herdu encûmenên kurdî, ya piştguhkirina Kurdên Êzdî li Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin û hêvîdar in ku nêzîk vê helwesta xwe li hember me biguherin”.

Îsa aşkere kir ku wan ji destpêka şoreşa Sûriyê di adara sala 2011an de danûstandinan bi Encûmena Niştimanî ya Kurd re dikin ji bo ku ew wek aliyekî siyasî kurdî ku nûneratiya Kurdên Êzdî dike bipejirînin, lê got “Mixabin ev hewldan hemî bi avê de ҫûn û em ji her tiştî bê parkirin û hatin piştguhkirin”.

Berdevkê Encûmena Êzdiyên Sûriyê axaftina xwe wiha domand “Bêguman ev siyaseta ҫewt ku li dijî Kurdên Êzdî li Rojava tê meşndin şaşîtiyeke dîrokî ye ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve û wê ziyanên mezin bighîne pirsa kurdî li vî parҫeyî, Em ji hemî civîn, kongirên û peymanên ku li Hewlêr û ji dervayî Hewlêrê hatin girêdan, hatin bê parkirin”.

Serhan Îsa herwiha got “Me texmîn dikir ku nûnerekî me di nav şanda kurdî ya Cenêv2 de hebe, lê wisa diyar e ku em li wir jî hatin piştguhkirin”.

Îsa tekez kir ku ji ber vê yekê ewê hewil bidin bi serê xwe herin Cenêv2 û got “Di wir de jî em qet qebûl nakin ku şanda kurdî bi navê Kurdên Êzdî biaxife, herwiha em ê xwedî dîtinek taybet bin ji bo pirsa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê”.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst