Amed (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê di navbera hêzên Tirk û çekdarên nenas de şer derket, di encamê de Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di bûyerê de jiyana xwe ji dest da. Erdogan li ser bûyerê daxuyaniyek da.
Îro danê nîvro, li navçeya Sûrê ya Amedê, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û komek parêzerên endamên Baroya Amedê li ser ziyandîtina minareya dîrokî ya Amedê ya bi navê “Minareya Çar Pê”, daxuyaniyek rojnamevaniyê dan lê di heynê daxuyaniyê de şer derket.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, di bûyerê de Elçî jî bi giranî birîndar bû lê di nexweşxanê de jiyana xwe ji dest da. Hat gotin ku polîsek jî hatiye kuştin.
Daxuyaniya Erdogan li ser kuştina Tahir Elçî
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser kuştina Serokê Baroya Amedê Tahirl Elçî daxuyaniyek da û ragihand, vê yekê nîşan da ku şerê Tirkiyê yê li dijî terorê çiqasî rast e.
Îro nîvro li bajarê Amedê, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, dema ku mijûlî daxuyaniya rojnamevanî bû, di şerê hêzên Tirk û çekdarên nenas de jiyana xwe ji dest da, di wî şerî de polîsek jî hat kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Derheqê bûyerê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan daxuyaniyek da û got, ez pê êşiyam. Min bihîst ku li Amedê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di şer de hatiye kuştin, polîsek jî şehîd bûye. Rehma xwe li birêz Elçî û polîsê me be.Vê bûyerê nîşan da ku şerê Tirkiyê yê li dijî terorê çiqasî rast e.



