Hewlêr (Rûdaw) – Fraksyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) beşdarî civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê ya ji bo hilbijartina serokê nû yê Herêma Kurdistanê nebû û polîtboruya vê partiyê têkildarî beşdarnebûna xwe de daxuyaniyek belav kir.
Berdevkê Polîtbûroya YNKê Letîf Şêx Omer di civîneke rojnamevanî de sedemên beşdarnebûna fraksiyona YNK di dengdana Serokê Herêma Kurdistanê de eşkere kir û ragihand ku hilbijartina serokê herêmê bêyî dengê Fraksyona YNKê mijara biryardan û rewatiyê li Herêma Kurdistanê dixe berdem rewşeke nû.
Letîf Şêx Omer diyar kirk u piştî çend hevdîtinan wan wek YNK du rêkeftin ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) pêk anîn û ew rêkeftin li ser prensibên bi hev re pirsgirêkên herêmê û Iraqê çareser bikin.
Omer wiha got: “Armanca me ji wan rêkeftina ew bû ku em ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ligel PDK hevkariyê bikin. Herwiha ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel Bexdayê bernameyeke hevbeş bê amadekirin û di wê çarçoveyê de jî berî herî mijarê pirsa Kerkûkê were çareserkirin.”
Berdevkê Polîtbûroya YNKê di heman demê de anî ziman ku rêkeftina wan a ligel PDKê tenê mijarên wek encamên hilbijartinê û dabeşkirina kursiyan lixwe negirtibû, herwiha hilbijartina parêzgarê Kerkûkê jî lixwe digire.
Letîf Şêx Omer dengdana îro ya ji bo hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê rexne kir û got: “Hilbijartina serokê herêmê bêyî dengê Fraksyona YNKê pêk hat. Ev yek di warê biryardayînê li Herêma Kurdistanê de rewatiyê derdixe nîqaşê. Berpirsyarê hemû tiştên ku rû biden ne YNKê ye, aliyê din e.”
Îro Parlamentoya Kurdistanê ji bo hilbijartina serokê nû yê Herêma Kurdistanê civiya. Di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de 81 parlamenter amade bûn.
Fraksyona YNKê berovajî rêkeftina bi PDKê re beşdarî civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê nebû.
Piştî ku Desteya Parlamentoya Kurdistanê navê her pênc berbijêran xwand, dengdan ji bo hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê destpê kir.
Di encama dengdanê de berbijêrê PDKê Nêçîrvan Barzanî ji koma 81 dengan 68 deng bi dest xist û ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve weke Serokê Herêma Kurdistanê hate hilbijartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse