Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîratş îro danê sibê bi malabatên ku ev heftiyeke ji bo zarokên xwe yên ku tevlî PKKê bûne vegerînin, çalakî li dar dixin re hevdîtin pêk anî.
Li gor medyaya BDPê, Demîrtaş îro bi malabatên wan zarokên ku tevlî PKKê bûne re rûnişt û ji wan re diyar kir ku ji bo çareserkirina vê kêşeyê ewê îro bi berpirsên PKKê li Qendîlê re biaxife.
Herwiha hat zanîn ku hevserokê şaredariya bajarê mezin yê Amedê Firat Anli jî di hevdîtinê de başdar bû û ew hevdîtin dûrî çavê medyayê pêk hat.
Ev heftiyeke nêzîkî 10 malbatên ku dibêjin zarokên wan tevlî PKKê bûne û pêwîste wan vegerînin mal, çalakiya rûniştinê li pêş avahiya şaredariya Amedê pêk tînin.



