ENKS: Em beşdarî Soçî nabin

28-01-2018
RÛDAW
Nîşan ENKS Sûriye Rûsya Soçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, jib o beşdarbûna di kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyê de ku biryar e li Soçî were sazkirin, vexwandina fermî ji wan re nahatiye şandin û ji ber wê ew beşdarî wê kongreyê nabin.

 

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê, Feysel Yûsif îro Yekşemî 28ê Çileya 2018ê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Encumena Niştimaniya Kurd di civîna xwe ya asayî de tekezî li ser “pêwîstiya vebûna li hember hemû aliyên dijbereyê û hevdîtinên navdewletî kir û ji ber vê têfikirînê, bi armanca nûneratîkirin û derbirîna gelê Kurd, me pêwendî bi Rûsyaya Federal û çend dewletan re kir.”

 

Feysel Yûsif got, “Me di 31-12-2017an de li Qamişloyê hevdîtin bi şanda Rûsî re kir û di wê hevdîtinê de me tekezî li ser wê yekê kir, ku me ti girift li gel beşdarbûna di ti hevdîtineke navdewletî de nîne, bi mercê ku di çarçoveya biryarên navdewletî de be û doza Kurdî di bernameya kongreyê de be û em weke pêkhate nûneratiya wê bikin.”

 

Feysel Yûsif tekez kir, “di hevdîtina li Qamişlo de, şanda Rûsî guh dane nêrîn û helwesta wan a derbarê çareseriya krîza li Sûriyê de û got, me di civînên din de jî tekez kir, ku kongreya Soçî bêyî beşdariya Encumena Niştimaniya Kurd dê kêmas be û me peyama xwe di vê bareyê de gihande konsul û şanda Rûsya ya li Cinêvê jî.”

 

Wî serkirdeyê ENKSê destnîşan kir, wan pêştir ji Rûsya re şertûmercên xwe bo beşdariya di kongreya Soçî de aşkere kiriye, lê belê aliyê Rûs ew şertûmercên wan li ber çav negirtiye û got, “wan vexwandin ji me re weke pêkhate neşandiye, ji ber wê em jî naçin kongreyê, bêyî ku beşdariyeke me ya rastîn di reşnivîs û projeyên biryaran de hebe.”

 

Duh Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan derbarê Kongreya Niştimanî Sûriyeyê ragihandibû, divê ENKS û TEV-DEM yan divê bi hev re beşdar bibin, yan jî bi hev re beşdar nebin.

 

Karayilan li ser helwêsta TEV-DEM û ENKSê gotibû: “Divê Kurd yek bin. Yanî divê nûnerên hemû aliyan herin. Eger TEV-DEM û rêveberiya kantona neçin û ENKS biçe ew dê ne baş be. Divê herdu alî yan bi hev re beşdar bibin, yan jî bi hev re beşdar nebin. Eger ENKS neçe û divê biryara hevbeş were dayîn. Dibe ku ev bibe sedem ku nakokiyên wan rabin. Lê eger ENKS bi tena serê xwe biçe, wê demê tê wateya ku fermana Erdogan pêk anîne.”

 

Pêştir TEV-DEMê jî ragihandibû, ku beşdarî kongreya Soçiyê nabe. Endamê Desteya Rêvebir a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Aldar Xelîl gotibû, ti wateya kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyê li Soçiyê nemaye û ew dê neçin wê kongreyê.

 

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê, Feysel Yûsif di beşeke din a daxuyaniya xwe de ji Rûdawê re ragihand, ew di wê baweriyê de ne, ku pêwîst e “doza Kurdî û taybetmendiya gelê Kurd” di çarçoveya çareseriya siyasî ya krîza Sûriyê de were berçavgirtin.

 

Feysel Yûsif amaje bi wê yekê kir, ku çareseriya krîza Sûriyê çareseriyeke navdewletî ye, lewma divê çareseriyeke siyasî ji bo berevanîkirina gelê Kurd û aştiya navxweyî li hemû deveran û bi taybet li deverên ku tayife û netewên cuda cuda têde hene û bi taybet jî “Kurdistana Sûriyê” hebe.

 

Derbarê êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê de jî, Yûsif daxwaza rawestandina wê êrişê kir û got: “Destwerdana Tirkiyê li Efrînê bêguman mijar aloz kir û pêwnediyên navdewletî jî aloz kir. Me dengê xwe (li dijî wê) bilind kir û me gihande hemû minbereke navdewletî, çi Rûs û çi yên din, ku pêwîst e destwerdana Tirkiyê li Efrînê were rawestandin û ew grûpên ku bi Artêşa Azad a Niştimanî tên naskirin, destwerdana wan bêguman pişk heye di çandina toyê fitne û cudahiyê di nava civaka sûrî de û bi taybet jî li wan deverên ku pirpêkhate ne.”

 

Kongreya Diyaloga Niştimaniya Sûriyê biryar e di 29 û 30ê vê mehê de li bajarê Soçî yê Rûsyayê were lidarxistin. Rûsyayê ragihandiye, ku zêdetirî 1400 kes ji bo wê kongreyê hatine vexwandin.

 

Desteya Danûstandinkar a Dijbereya Sûriyê ku nûneratiya aliyê herî diyar ê dijbereyê dike û di hevdîtinên Cinêvê de beşdar e, ragihanidye, ku di kongreya Soçî de beşdar nabe.

 

Herwiha 40 komên cuda yên dijbereyê ku piraniya wan grûpên çekdar ên dijbereyê ne, meha bihorî aşkere kiribûn, ku ew jî di kongreya Soçî de beşdar nabin.

 

Li aliyekê din, hikûmeta Sûriyê pêşwaziya lidarxistina wê kongreyê dike. Herwiha Platforma Moskow a dijbereyê jî biryar daye ku di wê kongreyê de beşdar be.

 

Çavkaniyekê ji Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê biryara aliyên dijbereyê ya ji bo beşdarnebûna di kongreya Soçî de ragihandiye, ku ew biryar ti bandore li lidarxistina wê kongreyê nake.

 

Herwiha Wezareta Derve ya Rûsyayê daye xuyakirin, ku wezîrê derve yê wî welatî Sergey Lavrov li gel hevtayê xwe yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu amadekariyên dawî yên lidarxistina kongreya Soçî gotûbêj kiriye. Li gorî Wezareta Derve ya Rûsyayê, her du wezîran li hev kirine, ku pêngavên hevbeş ên zêde ji bo serkevtina kongreyê bihavêjin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst