Hewlêr (Rûdaw) – Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokê ENKSê Îbrahîm Biro li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên dawî yên Jenêvê civiyan.
Îro pênşemî 28ê Çile ya 2016ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ofîsa taybetî ya xwe li Pîrmamê pêşwazî li Serokê Encumena Niştmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro kir.
Di vê civînê de Barzanî û Biro derbarê mijarên weke rewşa Rojavayê Kurdistanê û civînên Jenêvê yên di navbera dijbere û hikûmeta Sûriyê de gotûbêjkirin.
Piştî bi dawîbûna civînê, Serokê ENKS Îbrahîm Biro ji Rûdawê re ragihand, ku wî di civîna li gel Barzanî de behsa zehmetyên rewşa jiyanê li Rojavayê Kurdistanê û astengiyên çûnûhatinê di deriyê sînorî yê Sêmalka de kiriye.
Biro herwiha diyar kir, ku di civînê de wî û Barzanî li ser dawîn pêşhatên derbarê danûstendinên Jenêv-3 û nûneratiya kurdan di Jenêv-3 de axivîn. Biro ragihand, ku di civînê de wî û Barzanî tekezî li ser wê yekê kirin, ku her çiqas nûneratiya kurdan bihzêtir be, baştir e.
Biro destnîşan kir, Barzanî kar û çalakyên ENKSê yên di dema bilind nirxand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse