Hewlêr (Rûdaw) – Li sînorê parêzgeha Kerkûkê hejmarek kesên Ereb êrişî gundekî kurdan kirin û 72 demjimêr mohlet dan welatiyên Kurd ên xelkê wî gundî, daku gund vala bikin û malên xwe bar bikin û ji wê derê biçin.
Li gorî zanyariyên Rûdaêw, hejmarek erebên bedewî îro Çarşemî 27ê Berfanbarê avêtine ser gundê Pelkane yê li sînorê bajarokê Sergeran a Kerkûkê, ku gundekî kurdan e û gef li wan xwarine, ku divê di demeke nêzîk de gund vala bikin.
Rêveberê bajarokê Sergeranê, Loqman Hisên derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Ereb hatine nav gund û gef li welatiyên Kurd ên xelkê wî gundî xwarine û alozî di navbera wan de çêbûye.”
Loqman Hisên got: “Wan ereban piştre Artêşa Iraqê jî agahdar kirine û hêzên Artêşa Iraqê jî bo piştgiriya wan ereban hatine nav gundê Pelkane.”
Rêveberê Bajarokê Sergeranê herwiha got: “Ereban çend xanî û malên welatiyên Kurd li gundê Pelkane dagîr kirine û dane çend erebên din. Herwiha wan ereban 72 demjimêr mohlet dane kurdan, daku bi giştî wî gundî vala bikin û ti kurdek di gund de nemîne.”
Bi gotina Loqman Hisên, di serdema hikûmeta Beis de jî zewiyên wî gundî ji kurdan hatibûn standin û bi girêbest dabûne destê erebên bedewî, lê belê piştî proseya azadiya Iraqê di sala 2003ê de, welatiyên Kurd cardin vegeriyabûne ser gund û erdên xwe.
Loqman Hisên da xuyakirin, cardin û bo cara duyem li navçeyê proseya bierebkirinê dest pê kiriye û tekez kir, ku metirsî heye tevahiya gundên din rastî heman rewşê bihên.
Bajarokê Sergeranê ser bi navçeya Dûbiz a Kerkûkê ve ye.
Piştî bûyerên 16ê Cotmeha îsal ku hêzên Heşda Şeibî û Artêşa Iraqê derbasî Kerkûkê û çend navçeyên din ên Kurdistanî bûn, cardin fişara li ser welatiyên Kurd ji aliyê hêzên hikûmeta Iraqê û welatiyên Ereb ve zêde bûye, û rayedarên Herêma Kurdistanê û xelkê Kerkûkê jî hişyariya wê yekê didin, ku cardin proseya guhertina demografiya Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî bi proseya bierebkirinê dest pê bike.
Di serdema rejîma Beis a bi serokatiya Sedam Hisên de li gelek navçeyên Başûrê Kurdistanê proseya guhertina demografiyê û bierebkirinê hatibû encamdan û bi hezaran welatiyên Ereb ji navend û başûrê Iraqê ve ber bi deverên Kurdistanê ve hatibûn veguhastin û li bajar, bajarok û gundên Başûrê Kurdistanê hatibûn bicihkirin, li hemberî wê yekê jî welatiyên Kurd ji warên xwe hatibûn derkirin û dest bi ser erd, mal û mulkên wan de hatibû girtin.
Nivîsîn: Sîna Soma
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse