Li Hêzên Pêşmerge reform

27-12-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî fermana serî het binî guhertina Wezareta Pêşmerge da.

 

Serok Barzanî 14yê Berfenbarê ji bo Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir re qerarnameyek ji 7 benda pêl tê rêkir.

 

Barzanî xwest ku Hêzên Pêşmerge bibin yek hêz û navbere bêxin nava xwe û partiyên siyasî de.

 

Serokê Herêma Kurdistanê anî ziman ku hêzên ku ji derveyî biryarên Wezareta Pêşmerge tevdigerin hemê deryasayî ne.

 

Di qerarnameya ku li malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatî weşandin wiha hat gotin: “Ji ber ko Wezareta Pêşmerge wezareteka giring e û xwediyê erkeka giran e ew wezareta hemû gelê Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê hikûmeteka bingehfireh e ji ber vê yekê jî divê endamên karmendên wezaretê jî endamên neteweyî bin û ne hizbî bin.

 

7 bendên qerarnameyê ev in:

 

1. Bi ti awayî  çênabe ku karê rêxistinî û hizbayetiyê di nêv wezaretê de bêt kirin û ew kesên ku  bixwaze nav li Wezaretê hizbayetiyê bike bila dest ji kar bikêşe û vegere nava hizba xwe.

 

2. Dabeşkirina çek û teqemenyan divê li gorî pêwîstiya eniyên şerî be û ne  li gorî  rêjeya sedî pênciya partiyan be. 



3.  Bûdçeya hemû Hêzên Pêşmerge, bi lîwayên wezaretê û herdu yekîneyên 70 û 80yê jî divê ji aliyê Wezareta Pêşmerge ve bê dayin.

 

4. Pêwîst e Hêzêm Pêşmergeyên Kurdistanê bi rêkûpêkî bene xistin û bi awayekî  hizbayetî têde nebe. 



5. Bila ev fermandayên ku di şerê li dijî terorîstan de nekarîne erkên xwe binîn cih bên guhertin da ku fermandarê bihêz li cihê xwe bimînin.

 

6. Her kîjan astê jî be divê ti karmend li ser rewşê raporê nede paiyên siyasî û heger bide jî ew dê bê cezakirin.



7. Hêzên ku ji derveyî Wezareta Pêşmerge tevdigerin hemû dê ji deryasayî bên qebûlkirin. Destûr nîne ku hêzeke nû ji derveyî wezaretê bê avakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst