Li Dêrsimê bo heyama 6 mehan qedexe

27-09-2016
RÛDAW
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li çend herêmên navçeyên Pulur, Qisle û Xozata Dêrsimê ji bo heyama 6 mehan weke herêmên ewlehiya leşkerî hat îlankirin.

Parêzgariya Dêrsimê di daxuyaniyekê de ragihand li 31 herêmên navçeyên Pulur, Qisle û Xozatê heta 6 mehan ji ber encamdana operasyona weeke “herêma ewlehiyê ya leşkerî" hatine ragihandin.


Parêzgariya diyar kir ku çûnûhatina wan herêman sivîlan re hatiye qedexekirin.


Ji aliyê din ve piştî ku di çalakiya gerîlayan PKKê ya duh li Şirnexê herî kêm 6 leşkeran jiyana xwe ji dest da, parêzgariya wî bajarî jî qedexeya 14 herêman ragihand.


Li gorî daxuyaniya parêzgariya Şirnexê li herêma Besta ji 27ê Îlon heta 11ê Cotmehê 14 herêm hatine qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst