Hewlêr (Rûdaw)- Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rokêteke ji corê Mîlan ya almanî ya li dijî tankan di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de li herêma Kobanê bi kar tîne.
Di vîdyoyekê de, ku li ser Youtubê de belav bûye, tê xuyakirin ku şervanên YPGê rokêteke ji corê Mîlan bi kar tîne, ku ew rokêt ji çekê herî nû ye ji çekên Almanya ye.
Beriya niha Hikûmeta Almanyayê çekên ji wî corî ji Herêma Kurdistanê re şandibû. Lê heta niha nehatiya zanîn ku ew çek çawa ketine destê YPGê.
Beriya niha jî, Hevserokê PYDê Salih Mislim bang li civaka navdewletî kiribû ku çekên giran ji Hêzên YPGê re bişînin, ji ber ku ew bê wan çekan nikarin li dijî her 50 tankên pêşketî yên DAIŞê şer bikin.


