Rêveberiya Rojava: Rûsya di guhertina demografiya Efrînê de dest heye

27-03-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Efrîn Fewza Yûsif Rûsya Tirkiye Demografî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyê Fewza Yûsif diyar kir, ku li gorî zanyariyên wan di proseya veguhastina çekdarên opozisyona Sûriyê ji Xûteya Rojhilatê de, çekdarên grûpa Feyleq El-Rehman li Efrînê tên bicihkirin

 

Fewza Yûsif da xuyakirin, ku veguhastina çekdarên Feyleq El-Rehman ji Xûteya Rojhilat bo nav Efrînê tê wateya guhertina demografîk û şerê qirkirinê.

 

Herwiha Fewza Yûsif, Rûsyayê jî bi wê yekê tohmatbar dike, ku dest di guhertina demografiya Efrînê de heye û dibêje, Tirkiyê bi alîkariya Rûsya dest bi guhertina demografîk li nav Efrînê kiriye.

 

Hevseroka Federaliya Bakurê Sûriyê bang li civaka navdewletî kir, li hember wê rewşa ku li Efrînê heye, bêhelwest nebin û got, niha berpirsiyariya vê rewşê ji Neteweyên Yekgirtî û civaka navdewletî tê xwestin.

 

Fewza Yûsif daxwaz ji Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir, ku helwesta xwe li hember wê encûmena ku li Dîlokê ji aliyê Tirkiyê ve bi navê xelkê Efrînê li hatiye damezrandin, zelal bike.

 

Artêşa Tirkiyê bi alîkariya çend grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ji 20ê Çileya îsal ve operasyoneke berfireh bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin û di 18ê Adara îsal de hêzên wî welatî derbasî navenda bajarê Efrînê bûn û kontrolkirina bajêr ragihandin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst