DÛZXURMATU - YNKê û milîsên şîe lihev kir – Pêşmerge navçeyê vala dike

26-11-2015
RÛDAW
Nîşan YNK Milîsên Şîe Heşda Şeibî Dûzxurmatu Pêşmerge
A+ A-

Dûzxurmatu (Rûdaw) – Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û milîsên şîe yên Heşda Şeibî lihev kirin, ku hêzên pêşmerge û milîsên şîe ji nav bajarê Dûzxurmatu derkevin.

 

Îro şandeyên pilebilind ên milîsên Heşda Şeibî û Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) derbarê çareserkirina aloziyên navçeya Dûzxurmatu ya girêdayî parêzgeha Selahedînê de civiyan.

 

Hat ragihandin, YNKê û milîsên şîe yên Heşda Şeibî derbarê aloziyên Dûzxurmatu de li ser 4 xalan lihev kirin.

 

Li gor agahiyan YNK û Heşda Şeibî li ser van xalan lihev kirine:

 

  • 1-Hemû ew xalên kontrolê werin rakirin ku azloî li wir derketibûn.
  • 2-Her du xalên sereke yên navçeya Dûzxurmatu radestî hêzên asayişê werin kirin û ji destê hêzên polîsê hawarhatina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nemînin.
  • 3-Dosyaya ewlehiya navçeyê di destê polîsê xwecihî yê Dûzxurmatuyê de bimîne, lê belê qayimeqamê Dûzxurmatuyê serpireştiya dosyayê bike.
  • 4-Hêzên pêşmerge û milîsên Heşda Şeibî ji navçeyê derkevin.

 

Qayimeqamê navçeya Dûzxurmatu Şelal Ebdol derbarê vê lihevkirina navbera YNKê û Heşda Şeibî de ji Rûdawê re ragihand: “Ez bawer nakim ku ev rêkevtina îro were bicihkirin, ji ber wê jî ez pêşbînî dikim rewş her weke niha bimîne heya ku di civîneke din de em bi milîsên Heşda Şeibî re digihîn rêkevtinê.”

 

Şelal Ebdol herwiha got: “Di nav me her du aliyan de nerazîbûn heye bi taybet derbarê derketina hêzên pêşmerge û guherîna hêzên polîs ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên asayişê de.”

 

 

Şelal Ebdol herwiha got: “Hinek hevalên me baş nabînin ku hêzên polîs ên hawarhatinê ên girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku erkê parastina ewlehiya bajêr di destê wan de ye, cihê xwe bidin hêzên asayişê, ji ber ku polîsê hawarhatinê gellek çek û teqemenî heye û bi nêrîna wan ya baş ev e ku hêzên polîs di nav Dûzxurmatuyê de bimînin.”

 

Roja 12ê Mijdarê alozî û pevçûn li navçeya Dûzxurmatu di navbera hêzên pêşmerge û milîsên şîe de dest pê kir.

 

Di encama wan aloziyan de 21 kes hatin kuştin û bi sedan mal û dokanên welatiyan hatin şewitandin ku piranî milkên kurdan bûn û ji aliyê milîsên tirkmenên şîe ve hatin şewitandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst