Hewlêr (Rûdaw)- Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim banga lezgîn li hemû sazî û civaka navneteweyî kir û ragihand dibe ku komkujî li kurdên Kobanê bê kirin.
Salih Muslim bi rêya daxuyaneyek nivîskî li ser êrîşên rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) yên li Kobaniyê banga saziyên navneteweyî kir.
Muslim di daxuyaniyê de got, “Wisa tê xuyandin ku hêzên nawneteweyî biryar dane li Kobanê êrîş bê kirin.”
Salih Muslim diyar kir ku Tirkiye piştgiriya DAIŞê dike û wiha got, “DAIŞê bi alîkariya Tirkiyeyê ji sê aliyan ve êrîşa Kobanê dike.”
Hevserokê PYDê Salih Muslim banga raya giştî ya navneteweyî kir û got, “Em banga NATOyê, Yekîtiya Ewropayê û hemû saziyên navneteweyî dikin demek kurt de li hemberî êrîşen DAIŞê derbikevin û pêşiya qirkirina gelê Kobanê bigirin.” (Çavkanî: ANF)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse