PDK: Li gorî xalan posta serokomariyê bo me ye

26-08-2018
RÛDAW
Nîşan PDK YNK Iraq Serokomar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed ragihand, ku postên Bexdayê li gorî xalan tên parvekirin û li gorî xalên me jî dibê posta serokomariyê ji bo PDKê be.  

 

Mehmûd Mihemed derbarê posta serokomarî û rêkeftina PDK û YNKê ya li ser vê postê ji Rûdawê re ragihand: “Heta niha jî di navbera me û YNKê de zelal nebûye ka dê posta serokomariyê bo kî be. Serokomarî, serokatiya parlamentoyê û serokwezîrî li gorî xalan tên danîn. Ji bo wergirtina vê postê em xwe bi mafdar dizanin. Li gorî wan xalan jî divê posta serokomariyê ji bo PDKê be.”

 

Derbarê wê yekê de ka gelo li gel aliyên iraqî li ser vê mijarê axivîne yan ne Mihemed got: “Tişta eşkere bûye ew e ku ev post ji bo Kurdan dimîne û di nav Kurdistanê jî de Kurd bixwe li ser vê yekê biryarê didin ka dê kî serokomariyê werbigre.”

 

Mehmûd da zanîn, ku niha şandeke PDK û YNKê ya bi serokatiya Fazil Mîranî û Mele Bextiyar niha li Bexdayê ne û li gel Serokomar Fûad Mehsûm ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê guftûgoyan dikin.

 

Berdevkê PDKê herwiha behsa hatina şanda aliyên Şîe bo Kurdistanê kir û got: “Sibê ji bo guftûgokirina li ser mijara pêkanîna fraksiyona herî mezin a parlamentoyê şandeke aliyên Şîe tên Kurdistanê û dê li gel PDK û YNKê bicivin. Şandeke Weteniye jî ku piraniya Erebên Sunnî li xwe digre ji bo gotûbêjan hatibûne Kurdistanê.”

 

Mehmûd Mihemed herwiha diyar kir: “Heta niha wek PDK û YNKê me helwesta xwe zelal nekiriye ka ji bo pêkanîna fraksiyona herî mezin û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê em ê li gel kîjan aliyê hevpeymaniyê bikin.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst