Hewlêr (Rûdaw)- Wezîrê Darayî yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek ragihand ku, Tirkiyê di warê azadî û mafên bingehîn û pêşxistina demokrasiyê de gelek gavên li pêş avêtine.
Şîmşek dema ku li gundê Becirmana navçeya Gercûşa bajarê Êlihê li Bakurê Kurdistanê de, pankarta navê gundê Vergîlî diguhart zimanê kurdî ku navê wê Becirman bû, ji çapemeniyê re diyar kir ku, bi dehan sal li ser kurdan siyaseta asimlasyon û helandinê hat meşandin û navên sêyeka bajar, navçe û gundên kurdan ji bo zimanê Tirkî hatin guhartin, û êdî hikûmeta AKPê ew siyaseta asimlasyonê bi dawî kir, û di riya paketa demokrasiyê êdî gelê kurd û hemû welatiyên Tirkiyê dikarin navên gundên xwe yên berê vegerînin.
Şîmşek got: “Piştî ew qanûna ku hikûmeta me di perlemana Tirkiyê de pesend kir, êdî welatiyên me dikarin navên bajar, navçe û gundên xwe vegerînin zimanê kurdî û zimanên navçeyî, ji xwe piştî salên 1920an de navê gelek gundan bûne bi Tirkî, û ev gund ku navê wê bi Tirkî kiribûn Vergîlî yanî berovajiya navê wê ya rastîye ,bi xwe ew gundekî seyîdane û ji serdema împaratoriya Osmaniyan ew gund ji patçê hatibû efo kirin, û navê bûbû Becirman ango bê patçe û îro piştî ku xelkê vî gundî daxwaznameyê xwe di riya encûmena wezîran de îmze kirin,me ew nav vegerand rastiya wê”.
Raydarên gundê Becirmanê daxwaznameya xwe îmze kirin û birin cem waliyê bajarê Êlihê û li wêderê jî îmze kirin, û bi awayekî fermî navê gundê xwe guhartin û vegerandin navê berê Becîrman.
Wezîrê darayiya Tirkiyê ku xelkê bajarê Êlihê ye, diyar kir ku, ew çalakiya îro çalakiyeke sembolîke, da ku rê ji hemû gelê kurd re vebe ku êdî ew ji bo vegerandina navên deverên xwe de bixebitin û biguhêrin.

.jpg&w=3840&q=75)

