2 sal derbas bûn: Kobanî, Stalîngrada Kurdistanê!

26-01-2017
RÛDAW
Hêzên Pêşmerge di şerê rizgarkirina Kobanî de beşdar bûn.
Hêzên Pêşmerge di şerê rizgarkirina Kobanî de beşdar bûn.
Nîşan Kobanî Duyemîn salvegera rizgarkirinê Kurd Pêşmerge Şervan YPG DAIŞ Hevpeymaniya Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Beriya 2 salan di rojeke weke îro de, bajarê Kobanî ji dest çekdarên DAIŞê li ser Pêşmerge, şervanên kurd û hevpeymaniya navdewletî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin. Îro gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din û tevahiya cîhanê, ahengên serkevtinê ji bo rizgarbûna Kobanî digerînin.

 

Gelê Kurd li Kurdistanê û li derve îro salavegara duyem ya rizgarbûna Kobanî ji dest DAIŞê pîroz kir.

 

Berî 2 salan, weke îro Kobanî li ser destê Pêşmerge, şervanên Kurd û hêzên hevpeyamaniya navdewletî ji dest DAIŞê hate derxistin.

 

DAIŞê di 15ê Îlona sala 2014ê de êrişa xwe yaberfireh bo dagîrkirina herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Şervanên kurd ên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Pêşmerge bergirî li Kobanî kirin û nehiştin ku Kobanî bikeve destê DAIŞê.

 

Ji ber êrişa DAIŞê û şerê li nav bajêr û herêmê, piraniya xelkê Kobanî koçber bûn û derbasî Bakurê Kurdistanê bûn û beşek ji wan rêya Ewropayê dan pêşiya xwe.

 

Ji ber wê yekê jî hejmarek ji xelkê Kobanî di rêya ber bi Ewropayê de, di nav ava deryayan de xeniqîn, ku zarokê biçûk ê temen 2 salî yê ji Kobanî, Alan Kurdî yek ji wan bû ku weke sembola belengaziya xelkê Kobanî li hemû cîhanê deng veda.

 

Li gorî pisporên leşkerî û çavdêrên siyasî şerê Kobanî ne kêmî şerê Stalîngradê bû.

 

Herwiha pisporên leşkerî dibêjin, şikestina DAIŞê li Kobanî wek destpêka jinavçûna DAIŞê li tevahiya herêmê bû.

 

Zanayriyên li ser herêma Kobanî û êrişa DAIŞê û pêşhatên piştî wê:

 

Bajarê Kobanî li 150 kîlometriya bakurê rojavayê Helebê dikeve.

Kobanî herwiha li 141 km bakurê Reqayê, li 30 km rojhilata Çemê Firatê dikeve.

Rûberê herêma Kobanî 7000 km çar guşe ye û 460,000 akincî li herêma Kobanî dijîn.

Ji wê hejmarê, 44,000 kes li navenda bajarê Kobanî dijîn.

Herêma Kobanî, herêmeke mezin e û 384 gund girêdayî wê herêmê ne.

15.09.2014  Êrîşa DAIŞê li ser herêma Kobanî destpê kir.

27.09.2014 firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî li gundê Sê Telpa Kobanî dan.

05.10.2014 çekdarên DAIŞ li ser 3 çeperan derbasç nava bajarê Kobanî bûn.

31.10.2014  Pêşmergeyên başûrê Kurdistanê derbasî bajarê Kobanî bûn û şer li dijî DAIŞê kirin.

26.01.2015 bajarê Kobanî li ser destê hêzên hevbeş  Rizgar bû.

426 Şervanên hevbeş di şerê Kobanî de şehîd bûn.

3710 çekdarên DAIŞê li Kobanî hatin kuştin.

25.06.2015 çekdarên DAIŞê komkujî li ser Kobanî pêk anîn ku di encamê de 300 sivîl Şehîd ketin.

Piştî rizgarbûnê, 1.200,000 ton kavil ji aliyê şaredariyên bakurê Kurdistanê ji nava Kobanî ve hatin rakirin.

4 Kolanên sereke li nava Kobanî hatin zeftkirin.

111 Dibistan li bajar û gundewarê Kobanî hatine nûjenkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst