Vîdeo-Hûrgiliyên şerê îro li Kobanî

25-06-2015
RÛDAW
Êrişa ser Kobanî
Êrişa ser Kobanî
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) – Îro serê sibehî çekdarên DAIŞê êrişî ser Kobanî kirin û ji çend aliyan ve derbasî nav bajar bûn û dest bi kuştin û komkujiya xelkê sivîl kirin. Şervanên YPGê jî bersiva êrişa wan da û li gor daxuyaniyê YPGê 30 DAIŞî hatin kuştin.

 

DAIŞ 4 cihên li Kobanî kontrol kiriye

 

Nexwşxaneya Miştenûr

Mizgefta Miştenûr

Mala Bozan Beg

Taxa Gomruk

 

Êrişa DAIŞê ji sê aliyan ve bûye

 

Deriyê Miştenûrê

Rojavayê Kobanî

Başûr, ji aliyê gundê Bax Batan ku 30 km ji Kobanî ve dûr e û dikeve se rêya Reqayê.

 

DAIŞê 3 otomobîlên bombekirî teqandin

 

Di êrişa xwe ya îro ya bo ser Kobanî de, çekdarên DAIŞê mifa ji otomobîlên bombekirî wergirtin û 3 otomobîlên bombekirî bikar anîn, ku yek ji wan li xala sînorî ya Murşidpinarê teqiyaye û du otomobîlên din jî di nav bajarê Kobanî de hatin teqandin.

 

Di destpêka êrişa xwe de, çekdarên DAIŞê 20 kes kuştine û bi dehan kesên din jî birîndar kirine ku hemû kuştî û birîndar ji xekê sivîl in.

 

25 kes hatin kuştin

 

Di encama êrişên çekdarên DAIŞê bo ser Kobanî de 25 kes hatin kuştin û 77 kesên din jî birîndar bûn.

44 ji birîndaran êrişên îro yên li Kobanî, bo nexweşxaneyên Pirsus û Rihayê hatine veguhastin.

 

Şeranên YPGê 30 çekdarên DAIŞê kuştin

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPGê ragihand, di şer û pevçûnên îro yên li Kobnaî de heya niha 30 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

 

Li gor daxuyaniya YPGê ku medyayên nêzîk li PKKê belav kirine, jibilî Kobanî, li ser rêya Eyn Îssa û Hesekê jî 6 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst