PKKê êrişî qereqola cendirmeyan kir; 3 kuştî û 2 birîndar (Hat nûkirin)

25-05-2016
RÛDAW
Nîşan PKK Êriş Leşker Cendirme Cerdewan Midyad Mêrdîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Midyad a Mêrdînê PKKê êrişî qereqola cendirmeyan kir.

 

Li gorî agahiyan, gerîllayên PKKê îşev 25ê Gulanê êrişî Qereqola Cendirmeyan a li gundê Anitli li navçeya Midyadê ya girêdayî parêzgeha Mêrdînê kirin.

 

Hat zanîn, êriş bi rêya otomobîleke bombekirî pêkhatiye.

 

Piştî êrişê hejmarek zêde ya ambulansan ber bi cihê bûyerê ve çûn.

 

Hat zanîn, di encama êrişê de 3 kuştî û 9 birîndar çêbûn, ku 1 ji kuştiyan leşker û 2 jî cerdewan in.

 

Piştî êrişê hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê ber bi qereqola cendirmeyan ve hatin şandin. 


Tîmên hawarçûnê bo wergirtina çareseriyên pizîşkî kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst