Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emin Kardaş dibêje heger Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) benda hilbijartina derbas neke, ji bo kurdan baştir e.
Serokê PDK-Tyê Mehmet Emin Kardaş beşdarî bultena Rûdawê bû û ragihand ji ber sedema ku kurd nikarin di Parlamentoya Tirkiyeyê de ti biryaran bide derbasnekirina HDPê ya benda hilbijartinê di xêra kurdan de ye.
Mehmet Emin Kardaş da zanîn li gorî wî HDPê benda hilbijartina derbas nake û wiha got: “Heger HDPê benda hilbijartinê derbas bike û bi 60-70 parlamentera tevlî Parlamentoya Tirkiyeyê bibe jî nikare ji bo kurdan tişteke bike ji ber ku zagona Tirkiyeyê desturê nade.”
Kardaş herwiha derbarê aloziyên di navbera gerîlayên PKKê û pêûmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) de jî got, ew karê Îran û PKK bihev re ye û kengî kurd bigihîn asteke dewletên dagirker derdikevin holê.

.jpg&w=3840&q=75)

