Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê PYDê Salih Mislim got ji 17ê vê mehê de ew li ser sînor e û nahêlin ew derbasî Başûr bibin, lê ewê bêçare nemînin. Hevserokê PYDê Salih Mislim got ev 5 roj in ku ew li ber deriyê Pêşabûr e û rê nadin wî ku ew derbasî Başûrê Kurdistanê bibe.
Di hevpeyvîneke xwe ya ligel Ajansa Anadolu de Mislim diyar kir ku wî dixwest ji serxweşiya kurê xwe ya Kobanê vegerê Başûr. Wek ku Mislim diyar kir, ji roja 17ê vê mehê de ew li ber deriyê sînor e , lê destur nayê dayîn ku ew derbasî Başûr bibê. Salih Mislim diyar kir ku wî dixwest di ser Iraqê re derbasî Ewropayê bibe. Hevserokê PYDê duh ji Rûdawê re gotibû ku hîn ne diyar e ka berpirsên li ser sînor wê wî derbas bikin yan na.
Salih Mislim nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir ku êdî ew gazî wî bikin jî, ew nema derbas dibê, lê ewê li bajarekî din û li cihekî din bigere û çareyeke din bibîne. Mislim got qedexekirina derbasbûna wî ne karê Mesûd Barzanî ye, ew karê kadroyên normal yên PDKê ye.
Li aliyê din hevserokê PYDê herwiha diyar kir ku yekîtiya herçar partiyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê û avakirina partiyeke nû kareke li dijî Yekîtiya Kurdan e. Ew 4 partiyên ku hevserokê PYDê Salih Mislim behsa wan dike, partiyên “Yekîtiya Siyasî” ne ku biryar dane di nava Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê de bibin yek.



