FLAŞ - Komela Îslamî piştgirî da referandumê

24-09-2017
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Referandum Serxwebûn Komela Îslamî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komela Îslamiya Kurdistanê îro yekşemî 24ê Îlonê di daxuyaniyeke nivîskî de piştgiriya xwe bo dengê Belê di referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê de ragihand.

 

Di daxuyaniyê de tê hatiye gotin: “Her dema ku referandum hat encamdan, dengê me Belê ye, çimku ji her kurdekî dilsoj bipirsî, aya tu dewleta serbixwe dixwazî?, bêguman dê bibêje; Belê.”

 

Komela Îslamî li aliyekê din tekez dike, ku aliyê berpirsyar li hember encam û egerên metirsîdar de, tenê biryarderên vê proseyê ne.

 

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Komela Îslamî rexne li helwesta welatên herêmî û cîhanî li hember referanduma serxwebûna Kurdistanê digire û dibêje:

 

“Kêmxemiya rayedarên Herêmê jî di amadekirina zemîneya navxweyî û herêmî û derveyî de bo avêtina serxwebûnê, helwesta neyênî ya zilhêzan û dewletên cîhanê û piraniya partî û aliyên siyasî yên Iraqê nabe hincet, ku amade nînin îtîrafê bi mafê xwezayî û xwerisk ê gelê Kurdistanê bikin.”


Komela Îslamî pêştir li dijî encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistaê bû û tevî Tevgera Goranê daxwaza paşxistina referandumê dikir.

 

Agahî tên nûkirin…

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst