ROJHILAT - Tenê di mehekê de 8 kolberên Kurd hatine kuştin

24-08-2017
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kurd Kolber Îran Kuştin Rêxistina Hengaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di heyama meha bihorî de 9 kolberên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê canê xwe ji dest dane, ku 8 ji wan ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û 11 kolberên din jî hatine birîndarkirin.

 

Li gorî amara Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ku li ser rewşa mafên mirov li Kurdistanê dixebite û bi taybet çavdêriya rewşa mafên mirov li Rojhilatê Kurdistanê dike, di heyama meha derbasûyî de 20 kolberên Kurd li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê yên bi Başûr û Bakurê Kurdistanê re bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.

 

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye, ku di 30 rojên bihorî de 8 kolberên Kurd bi destê hêzên Îranê hatine kuştin û kolberek jî ji ber ketina ji çiya, canê xwe ji dest daye.

 

Li gorî mara heman rêxistinê, di heman heyamê de 10 kolberên Kurd jî bi teqeya hêzên Îranê birîndar bûne, û kolbereke din jî di encama teqîna mînekê de birîndar bûye.

 

Rêxistina Hengawê daye xuyakirin, kolberên ku hatine kuştin an birîndarkirin, xelkê bajarên Serdeşt, Pîranşar, Şino, Selmas û Mako yên ser bi parêzgeha Urmiyê û herwiha bajarê Pawe yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve bûne.

 

Ji ber rewşa xirab a aboriya Rojhilatê Kurdistanê û nebûna derfetên kar, xelkê Rojhilatê Kurdistanê bo dabînkirina debara jiyana malbatên xwe, li ser sînoran karê kolberiyê û bazirganiyê dikin.

 

Kolberên Kurd karê wan bi qasekî zehmet û giran e, ku neçar in barên giran ên bi wezna di navbera 80- 120 kîlogramî de li pişta xwe bar bikin û di rêyên zehmet ên çiyayî de derbasî aliyê din ên sînor bikin.

 

Li gel karê wan ê zehmet, kolberên Kurd li ser sînor gelek caran rastî êriş û teqeyên hêzên ewlehiyê yên Îranê tên û ji ber wan teqeyan her sal bi dehan kolber tên kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst