Navenda Nûçeyan - Piştî êrişa PKKê ya li dijî wesayîta polêsan yê navçeya Geverê qedexeya derketina derve hate ragihandin.
Li navçeya Gevera Colemêrgê ji bo 3 rojan qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Ji bo ku şêniyên navçeyê hay ji qedexeyê hebin birya bi hoperlorên mizgeftan ve ragihandin.
wiha hat gotin: "Li navçeya me ji bo rê li ber êrîşên bi bombe û roket ên ser hêzên ewlehiyê tên kirin, bê girtin û tewdîrên ewlehiyê bên hildan li navçeya me qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Qedexeya derketina derva îro 24ê Tebaxê di saet 06.00ê de dest pê dike û heta 3 rojan dê bidome."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse