Şingal (Rûdaw)- Li navçeya Um el-Şebabît li başûrê rojhilatê parêzgeha Neynewayê şer di navbera hêzên pêşmerge û çekdarên DAÎŞê de derket û nêzîkî saetekê domand.
Di encama wî şerî de 4 pêşmerge sivik birîndar bûn û çend çekdarên DAÎŞê hatin kuştin û çend çekdarên din jî birîndar bûn.
Berpirsê şaxê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Şingalê Serbest Babîrî ji Rûdawê re ragihand ku “di wî şerî de 4 pêşmerge birîndar bûn lê ti metirsî li ser jiyana wan nîne, hêzên pêşmerge jî karîn çend çekdarên DAÎŞê bikujin û çendekan jî birîndar bikin, piştî şer çekdarên DAÎŞê reviyan û çekên xwe li pey xwe hiştin”.
Fermandariya Spîlkê û fîrqeya 1 a zêrevanî di şerê li navçeya Um el-Şebabît de beşdar nûm û ji bo parastina sînorê Şingalê bi moraleke bilind ji bo her rûbirûbûnekê amade ne.


.jpg&w=3840&q=75)
