Li WANê teqîn - 6 leşker hatin kuştin (Hat nûkirin)

24-05-2016
RÛDAW
Nîşan Wan Teqîn Bombe Leşker Tirkiye
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin, ku yek ji wan efserekî pilebilind e. Herwiha 2 leşker jî birîndar bûn.

 

Îro sêşemiyê 24ê Gulanê li navçeya Ebex a girêdayî parêzgeha Wanê leşkerên Tirkiyê rastî êrişeke bombeya hatin.

 

Hat ragihandin, ku îro li ser rêya navbera navçeya Bazîd a Agiriyê û navçeya Ebex (Çaldiran) a Wanê bombeyek bi wesayita zirhî ya leşkerên Tirkiyê ve teqiya.

 

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku di encama teqînê de 6 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn. Di daxuyaniyê de tê gotin, ku yek ji leşkerên kuştî, efserekî pilebilind ê Artêşa Tirkiyê ye.

 

Piştî teqînê hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê gihîştin cihê bûyerê. Leşkerên birîndar bi rêya kelşkopteran rakirin nexweşxaneya Wanê.

 

Li herêmê operasyona leşkeran bi piştgiriya helîkopterên şer berdewam e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst