PDKÎ: Me cihê xwe guhert lê dîsa PKK êriş kir

24-05-2015
RÛDAW
Kerîm Perwêzî
Kerîm Perwêzî
Nîşan PDKÎ PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Kerîm Perwêzî ragihand ku, bo çareserkirina aloziya îro, PKK danûstandinê red dike. Herwiha da zanîn ku, bo derneketina aloziyê cihê xwe guhertibûn lê dîsa PKKê êrişî wan kir.

Îro danê sibê li navçeya Keleşînê ya li ser sînorê Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê şer di navbera gerîlayên PKKê û pêşmergeyên PDKÎyê de derket. Mihemed Salih Qadirî nûnerê PDKÎyê li Hewlêrê ji Rûdawê re ragihand, di encama şerê îro de 2 pêşmergeyên wan jiyana xwe ji dest dane.

Kerîm Perwêzî ji Rûdawê re ragihand: Hêj alozî berdewam dike. Mixabin hemû hewlên siyasî û dîplomatîk û dostane ku tên dan da ku gerîlayên PKK dest ji şer berdin û ew alozî bi danûstandin û gotûbêjan were çareserkirin, hêj ser negirtine ji ber ku PKK red dike ku danûstandinê bike.

Wî endamê polîtbîroya PDKÎyê wiha got: Pêşmergeyên me ji aliyekî ve di bin dorpêçiya PKKê de ne û ji aliyê din jî ve hêzeke mezin a Pasdarên Îranê jî hatiye wê deverê.

Derbarê îdîayên ku dibêjin ew alozî piştî wê yekê derket ku, pêşmergeyên PDKÎ dixwestin gûmrikê li wir deynin û di encamê de şer derket, Kerîm Perwêzî ew yek red kir û wiha got: Ew yek ne rast e û pêşmergeyên me di nava çiyayên Kurdistanê de bûn û hêza PKKê li wir nebû, lê dema ku naskirin ku em li wir in, hatin û ji hêza me re gotin divê hûn ji vir herin.

Perwêzî wiha domand: “Ji bo ku alozî dernekeve, me ji hêza xwe re got, ji wî cihî herin û çûn cihekî din, lê gerîlayên PKKê li pey wan çûn wir û şerê wan kirin. Şandina hêza me bo karê me yê siyasî û pêwendî ligel xelkê me bûye. Lê PKK van aloziyan derdixe ji ber ku ev tevlihevî di berjewendiya wan de ye.”

Kerîm Perwêzî ragihand: Me ji hemû aliyên siyasî yên ku hewl dan vê aloziyê çareser bikin, gotiye ku em ne dijminê hev in û em dikarin bi rêya danûstandin û gotûbêjan wê aloziyê çareser bikin û berê xwe nedin çekan, lê mixabin heta niha ew danûstandinê red dikin.

Herwiha Perwêzî da zanîn ku, “Xebata me li dijî Komara Îslamî ya Îranê ye, ne li dijî PKKiyan yan her partiyeke dinê Kurdistanê nîne. Lê mixabin ew hatine di navbera me û Îranê de rawestane. Em daxwazê ji wan dikin dest ji wê siyasetê berdin. Em dizanin pêwendiya wan û Îranê heye, lê me çaverê nedikir ew bikevin navbera me û hikûmetê de.”

Kerîm Perwêzî gotina xwe wiha qedand: “Piraniya aliyên siyasî yê herçar perçeyên Kurdistanê ligel me axivîne û me jî ji wan re gotiye em navberiya wan qebûl dikin da ku ev alozî bilez çareser bibe.”

Herdu aliyên aloziyê hevdu bi sedema wî şerê tohmetbar dikin. Alîkarê Sekreterê PDKÎyê Hesen Şerefî ji Rûdawê re anî ziman ku ev cara yekemîn nîne ku PKK rêya wan digire û got, Em şer naxwazin çimkî şer û alozî zirarê dide doza kurd lê eger êrişî me kirin emê xwe biparêzin.

Şerefî her wiha ragihand, dibe ku hêzên Îranê jî “bi kincên gerîlayên PKKê” êrişî PDKÎyê bikin.

Lê li gorî medyaya nêzîkî PKKê, endamê komîteya pêwendiyên derve ya KCKê Demhat Egîd li ser aloziya di navbera PKK û PDKÎyê de gotiye, em naxwazin di navbera me û PDKÎyê de şer û alozî çêbibe.

Demhat Egîd diyar kir ku hêzên PDKÎ beriya niha ji wan re gotibûn ku ew dixwazin derbasî nav Rojhilatê Kurdistanê bibin wan jî gotine her gava bixwazin dikarin ji wê deverê re derbas bibin.

PDKÎ dixwaze li herêmê baragehekê ava bike, lê PKK ji wan re bûye astengî û ji wan re gotiyê bê destûra wan hûn nikarin tevbigerin û hûn nikarin çalakiyên çekdarî pêk bînin, lewma çend rojan hêza PDKÎyê dorpêç kirin û îro êrişî wan kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst