Konvoyeke leşkerî ya Tikriyê tevî 500 leşkerî derbasî Kobanî bûn

24-04-2014
A+ A-

 

Kobanî (Rûdaw)- Duh bi erêkirina Asayîş û Yekîneyên Parastina Gel li herêma Kobanî, konvoyeke leşkerî ya Tirkiyê, bi mebesta seredana gora Sultan Silêman Şah, ya ku li rex çemê Ferat û nêzîkî pira Qereqozaq li başûrê herêma Kobanî ye, hêzên Tikriyê di deriyê sînorî re derbasî herêma Kobanî bibûn.

Ew konvoya leşkerî ji hejmareke mezin ya tank û topên Artêşa Tirkiyê tevî 500 esker pêk hatibû.

Piştî ku Asayîşa herêma Kobanî konvoyas leşkerî ya Tirkiyê gihandibûn çar rêya gundê Xurûs, ku ew xala dawiyê ye li Başûrê herêma Kobanî û di bin kontrola YPGê de ye û nêzîkî 5 km dûrî gora Silêman Şahe, hêzên tirk riya xwe ber bi Silêman Şah ve berdewam kiribûn, di rê de çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) konvo rawestandibûn.

Çavkaniyeke nêzîkî YPGê ji peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê re li herêma Kobanî tekeze kiribû, ku piştî rawestandina konvoya leşkerî ya Artêşa Tirkiyê, bi demekê, DAIŞ ji wan re erêkiribû ku ew seredana gora Silêman Şah bikin, lê DAIŞ ji wan xwestibû ku ew di deriyê sînorî yê herêma Cerablusê re vegerin Tirkiyê.

Di derbarê derbasbûna eskerên Tirkiyê ji bo Sûriyê, Wezîrê Derve yê wî welatî Ahmet Davutoglu got, ew esker ji bo nobeta li ser gora Silêman Şah biguherin derbasî nava axa Sûriyê bûne.

Fermandarê Hêzên Bejayî yên Tirkiyê Hulusî Akar jî ragihand ku tiştekî awarte tune ye û armanca wan ji şandina eskeran guhertina nobeta li ser gorê ye, ku hikûmeta Tikiyê, wê axa ku gora Silêman Şah li ser hatiye avakirinû di nava axa Sûriyê de ye, axa xwe dibîne.

Wezîrê derve yê Tirkiyê, Davutoglu, li parlamentoya Tirkiyê di dema dayîna resepsyonekê de, got ji bo parastina gora Silêman Şah, di warê ewlekariyê de çi were xwestin ewê bikin.

Çekdarên Daiş jî, ku li derdora wê herêmê destelat in, got ku tank û topên Tirkiyê derbasî nava xaka SÛriyê bûne û li derdora Silêman Şah cih girtine.

Hate idîakirin ku Tirkiyê nêzîkî 500 esker ji bo parastina wê gorê, derbasî nava axa Sûriyê kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst