Li dijî avahiya Parêzgariya Hewlêrê êrişa çekdarî: 3 êrişkar hatin kuştin

23-07-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Hewlêr Êriş Çekdarî Avahî Parêzgariya Hewlêrê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Tahir Ebdulla ji Rûdawê re ragihand ku îro serê sibehê sê çekdar ketine nav avahiya Parêzgariya Helwêrê û polîsek bi teqeya êrişkaran birîndar bûye.

 

12:10 Peyamnêrê Rûdawê: Çekdarê sêyem jî hat kuştin

 

11:22 Peyamnêrê Rûdawê: Ti çekdar xwe neteqandiye û ew du çekdar bi teqeyên hêzên ewlehiyê hatin kuştin.

 

11:08 Peyamnêrê Rûdawê: Kesekî ji karmendên Parêzgariya Hewlêrê ku ji aliyê êrişkaran ve dîl hatibû girtin, hat rizgarkirin.

 

 

10:55 Peyamnêrê Rûdawê: Sêyemîn çekdarê ku êrişî avahiya Parêzgariya Hewlêrê kirin, hat birîndarkirin.

 

10:43 Peyamnêrê Rûdawê: Ji çekdaran yekî din jî hat kuştin

 

10:36 Peyamnêrê Rûdawê: Çekdar sê kes in û yek ji wan hat kuştin.

 

10:28 Peyamnêrê Rûdawê: Du çekdar li qata sêyem a avahiya Parêzgariya Hewlêrê hatin dorpêçkirin.

 

10:18 Kesê ku li ber avahiya Parêzgariya Hewlêrê hat birîndarkirin kî ye?




Ehmed Selîm Gerdî, di sala 1983an de ji dayîk bûye, 16 sal e polîs e û ev bû cara duyem li ser karê xwe tê birîndarkirin. Bavê 5 zarokan e û li taxa Badawe ya Hewlêrê niştecih e. Gulle li milê wî yê çepê ketiye û birîna wî giran nîne.

 

 

 

 

09:55 Peyamnêrê Rûdawê: Hêzên Asayişê li hemû jûrên avahiyê hêzên xwe bi cih kirine daku çekdaran nekarin di nav avahiyê de xwe veşêrin û di demeke kurt de werin bêbandorkirin.

 

09:40 Peyamnêrê Rûdawê: Niha li nav avahiya Parêzgariya Hewlêrê dengê teqeyan tên bihîstin û hêzên Asayişê li pey wan çekdaran e ku ketine nav avahiyê.

 

 

 

09:35 Peyamnêrê Rûdawê: Bi temamî çar aliyên çekdaran hatiye dorpêçkirin, ne diyar e gelo hatine kuştin yan na, ji ber ku dengê gelek teqeyan ji nav avahiyê hatin bihîstin, hemû jûrên avahiyê hatine kontrolkirin û tenê çend jûr mane.

 

 

Tahir Ebdulla ji Rûdawê re diyar kir ku hêzên ewlehiyê derdora avahiya parêzgariyê dorpêç kirine û li çekdaran digerin.”

 

 

 

 

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku êrişkaran bi demançe êriş kirine ser pasevanekî li ber deriyê avahiyê û ew birîndar kirine û piştre ketina nav avahiyê, ji aliyê pasevanên avahiya Qaymeqamiya Hewlêrê jî teqe li wan hatiye kirin û bersiva teqeyên wan hatiye dayîn.

 

Peyamnêrê me eşkere kir ku Asayişê avahî kontrol kiriye û li pey wan du çekdaran in, li gor zanyariyên destpêkê jî tenê çekên sivik bi wan re ne.

 

 

 

 

Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Tahir Ebdulla li ber avahiya parêzgariyê ji Rûdawê re eşkere kir ku "em welatiyên xwe dilniya dikin ku rewş di bin kontrolê de ye, hêzên ewlehiyê ketine nav avahiyê û jûr bi jûr li çekdaran digerin".

 

Tahir Ebdulla diyar kir ku "êriş di saet 07:30ê de qewimiye, du çekdaran xwestine biçin hundir û yek ji polîsên li ber derî birîndar kirine. Niha herdu çekdar bersiv nadin, em tenê dizanin ku herdu jî di hundir de ne".

 

Ebdulla herwiha destnîşan kir: “Em nizanin li cem çekdaran çi cure çek hene, lê rastî rûbirûbûnê hatin û polîsek birîndar bû. Ne diyar e ku ev êriş êrişeke terorîstî ye an na, wisa xuya ye çend xulek şûnde dê werin desteserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst