Hewlêr (Rûdaw) – Hat ragihandin partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo nakokiyên dê ligel rêveberên PKKê re bicivîn.
Endamê Konseya Serokatiya Partiya Kedkaran Belen Ebdullah ji Rûdawê re diyar kir Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî 20 Nîsanê li Pîrmamê li gel serkirdeyên partiyên siyasî kom bû û serkirdeyan pêşniyariya hevdîneke bo ligel rêvebirên PKK da.
Belen Ebdullah da zanîn, ew pêşniyar ji bo pirsgirêkên rû dayin were çareserkirin û rêz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û sîstema wê bê girtin, derket holê.
Ebdullah anî ziman hevdîtinê di demek nêzîk de were pêkanîn lê hêj cih û dema wê ne hatiye diyarkirin.
Hat gotin Mesûd Barzanî jî ew pêşniyar erênî nirxand.
Endamê Konseya Rêveberiya PKKê Duran Kalkan di hevpeyvîneke ligel Med Nûçe gotibû:
“Îdareya Başûrê Kurdistanê zilmê li êzidiyan dike. Ji PKK re dibêje dev ji demokrasiyê berdin. Em qebûl nakin kesek li Êzidiyan zilmê bike. Êzîdî ji komkujiyekê rizgar bûn, demokrasiya PKK ew rizgar kirin. Hemû dinya vê yekê qebûl dike, ji kerêm xwe re bila Hewlêr jî qebûl bike.
Li Başûrê Kurdistanê çend zaravayên kurdî hene û çend komên xelkên cuda hene. Kurd jî ne yek in: Behdinî û soran hene. Soranî jî û behdinî jî zaravayên kurdî ne. Herwiha dê çawa di zimanekê neteweyî de bibin yek?”
Gotinên Duran Kalkan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hatibû şermezarkirin.



.jpg&w=3840&q=75)