Balafirên şer li Kobanî li DAIŞê dan

22-10-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Koabanî (Rûdaw)- Piştî nîvro balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li Kobanî û derdora wê çeperên DAIŞê dan ber bombeyan.

Piştî bombebara îro bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê di nava dûmanê de winda bû.

Peyamnêrê Rûdawê li Kobanî ragihand ku, “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li kolana 48 ya bajarê Kobanî li DAIŞê dan.”

Herwiha Hevserokê TEV-DEMê Umer Elûş jî ji Rûdawê re tekez kir ku, “Sedema wê dûmana mezin ya li ser bajêrê Kobanê, bombebarana ser çeperên DAIŞê ye.”

Peyamnêrê Rûdawê ragihand ku, “Jibilî wan operasyonan, şer û pevçûn jî di navbera şervanên kurd û çekdarên DAIŞê de berdewam e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst