Rojhilatê Kurdistan (Rûdaw) – Îranê cezayê lidarvekirinê bi ser 110 kurdên Rojhilatê Kurdistanê de sepand.
Li gor agahiyên Rûdawê ji Rojhilatê Kurdistanê, dadgeha Komara Îslamî ya Îranê biryareke sosret derbarê 110 girtiyên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê de derxist.
Hat zanîn, ku dadgeha Îranê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi tohmetên cuda yên wek karên siyasî, dijatî ligel xwedê, kuştin, bikaranîna madeyên hişber, hilgirtin û wergirtina madeyên hişber cezayên îdamê bo dehan girtiyên kurd derxist.
Li gor çavkaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê û navxweyê Îranê, dezgehên ewlehî û dadgeha Îranê girtiyên kurd bi bikarîanîna madeyên hişber tohmetbar kirine, lê belê jibilî dezgehên ewlehî û dadgeha Îranê nebin ti kes û aliyekê ew tohmet piştrast nekirine.
Li gor nûçeyên ajansên navxwe yên Îranê jî 4 kes ji wan girtiyên kurd ku biryara îdamkirinê ji wan re derketiye, temenê wan li xwar 18 saliyê ye.
Hat gotin, ku 69 kes ji girtiyên kurd bi tohmeta kuştinê û 37 kes bi tohmeta madeyên hişber û kesek jî bi tohmeta hilgirtin û wergirtina madeyên hişber cezayê lidarvekirinê bo wan hatiye birrîn.
Herwiha hat zanîn, ku 3 kes ji girtiyên kurd jî bi encamdana çalakiyên siyasî hatine tohmetbarkirin û jibilî wê yekê ew bi wê yekê jî hatine tohmetbarkirin, ku şer li dijî xwedê kirine.
Îran bi awayeke berdewam û bi tohmetên cuda cuda girtiyên siyasî yên kurd, çalakên kurd îdam dike.
Li gor daneyên fermî yên Neteweyên Yekbûyî û herwiha rêxistinên çavdêriya mafên mirovan, Îran piştî Çînê duyem welat e ku zêdetirîn kes di salekê de tê de tên lidarvekirin.



