Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna amadekirina Kongreya Neteweyî ya Kurd de diyar kir ku ji salên 1970î ve li benda sazkirina kongreyek neteweyî ya kurd in û wiha got: “Em dixwazin di kongreya han de ji gelên ereb, tirk û fars re bêjin ku kurd dixwazin bi we re bi awayekî aştiyane û wekhev bijîn.”
Li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi beşdariya 39 partî û hêzên siyasî yên çar beşên Kurdistanê, civîna amadekariya Kongreya Neteweyî ya Kurd li havîngeha Selahedîn li Hewlêrê hat sazkirin.
Civîna amadekariya Kongreya Neteweyî ya Kurdî îro (22.07.2013) bi beşdariya nûnerên 39 partî û hêzên siyasî yên çar beşên Kurdistanê li havîngeha Selahedîn a Hewlêrê hat sazkirin.
Di civînê de lêjneyek ji 21 kesan pêk hat û ew lêjne dê hemû amadekariyên kongreyê bicîh bîne.
Beşdarên cîhanê têkez li ser aştî û pêkve jiyana gelên rojhilata navîn kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civînê de axaftinek pêşkêş kir. Naveroka gotara Barzanî ku li ser rûpela wî ya Facebookê hat belavkirin wiha ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Amadevanên birêz
Partî û aliyên siyasî yên têkoşerên Kurdistanê
Xûşk û birayên delal
Ev dema we baş
Ez xwe gelek bi bextewer dizanim ku îro ji bo destpêkirina amadekariyên Kongreya Neteweyî ya Kurd ku demek e gelek dirêj e wekî hengavekî girîng behs û guftûgoyê li vî derbarî de dikîn, li vê civîna dîrokî de mîhvandariya we yên birêz dikim. Gelek spasiya amadebûna we dikim û bi xêrhatin.
Kongreya Neteweyî ya Kurd yek ji armancên girîng ên hemû hêz û aliyênsiyasî yên Kurdistanê bû û demeke dirêj ekar ji bo wê tê kirin û em bi berdewamî li gel rêzdar Mam Celal û Abdullah Ocalan û alî û kesayetiyên beşên din ên Kurdistanê, ji bo vê mebestê li şêwirîn û raguhertinê de bûyîn. Bi bîra min tê me li salên heftihan de bi berdewamî di derbarê girîngiya sazkirina KongreyaNeteweyî de dinivîsand. Ji bo vê yekê jî birastî eve rojeke dîrokî ye ku hewl û hengavên îro gihîştîne wê astê ku îro ji bo danîn akomîteya amadekariya sazkirin û birêvebirina KongreyaNeteweyî ya Kurd vê civînê sazdikîn ku biryar e piştî heyveke din li bajarê Hewlêrê bê sazkirin.
Armanca me ya serekiya vê kongreyê ji wê yekê pêkhatiye ku hemû aliyên siyasî yên Kurd yên her çar perçeyên Kurdistanê bibin xwedîgotar û stratejiyekî hevbeş ku li serbingeha gihandina peyama aştî û pêkvejiyana gelên navçeyê de avaker be. Em li vê kongreyê da dixwazîn bi gelên Ereb û Tirk û Faris re bibêjîn, ku çavê Kurd li gel we pêkvejiyanekî aştiyane û wekhevî ye. Em naxwazin dijayetiya tu gel û dewletekî cîran û navçeyê bikîn, belku dixwazîn dijminayetiyê bi tevahî nehêlîn û bigihîn peymaneke tevahî û çareseriyekî aştiyane û adîlane ya kêşeya Kurd. Ji ber ku li wê baweriyê da yîn bi vî awayî neteweyê Kurd û serwet û samanên Kurdistanê dikarin li pêşxistina navçeyê û li bilindkirina asta jiyana hemû gelên navçeyê beşdariyekî gelek mezin bikin. Kurd dixwaze li navçeyê de sedema aramiyê be û dixwaze sedema bi hêzkirina demokrasî be, yek ji van jî bi çek nayê kirinji ber ku pêwîstiya me bi aştiyê ye.
Ezmûna Herêma Kurdistanê jî nîşan da ku azadiya Kurd neku nabê cihê şer û êrîş û tehdîda li ser cîranan belku dibê sedema aramî û geşbûna jiyan û aboriya navçeyên dewrûber jî. Eve jî belgeyekî diyar û ber bi çave ji bo aştîxwaziya Kurd.
Amadevanên birêz
Dixwazim li vir de bi baweriyeke tevahî ve bibêjim ku li serdema nû de bi hêztirîn çek û baştirîn rê ji bo muamelekirina li gel dinyaya derve û mîsogerbûna mafê rewayên gelê me li ber girtina zimanê diyalog û aştî û peyrewkirina demokratiyê ye. Encama wê zimanê dibê sedema wê yekê şer'iyetekî navdewletî bide xwest û daxwaziyên me û pêgeha Kurd jî li navendên cîhaniyan de bihêztir bibê.
Eger berê Kurd dest ji bo xebata çekdarî biribe ji neçariyê û ji bo bergirîkirina li man û nasnameya neteweyiya xwe bûye. Xebata çekdarane li ser Kurd de hatiye sepandin û bi heza xwe destê xwe nebiriye ser. Neteweya Kurd gelek êş û azaran kişandiye û hemû cûre çek li dijî wî hatiye bikaranîn, ji ber wê yekê jî Kurd gelek hez li jiyan û cîhanekî bi bê çek dike.
Spas ji bo xweda ku niha serdemekî dine û kes nikarê bi zorê çek û bi mentiqa jêbirinê rûbiruyê Kurd bibê. Ev rastî ji bo dewlet û hêzên navçeyê jî rûnbûye ku ji navbirina neteweya Kurd bi xeyal jî pêknayê. Ji bo wê yekê li vê pêvajoya nû de pêwîste gelê Kurd û hêzê siyasiyên Kurdistanê stratejiyekî hevbeş eşkere û rêkûpêk bi navê gihandina peyama aştiyaneya gelê Kurd dabirêjin û divê hemû aliyê Kurdan jî pabend û girêdayî vê peyamê bibin.
Hêjayan..
Danîna Komîteya Amadekarê Kongreya Neteweyiya Kurd ji bo kar û barên Kongreyê hengavekî girînge û wekî destpêkeke. Daxwaz ji hemû aliyê beşdarvanan dikim bi ruh giyanekî birayane û nîştîmanî û dûr li hemû cûre helwest û îdeolojiyayekî siyasiya teng li gel hevdû kar bikîn bo ku ev hengav serketî bibe. Ez ji wê yekê bawerim ku yek bi yek hemû welatiyên Kurdistanê û hemû navendên akademî û civakî û medeniyên her çar perçeyên Kurdistan li benda vê yekê ne û wan hêviyeke mezin li me heye û hêviyeke mezin li ser serketina kongreyê hilçandine. Ew bendewarî û hêvî dibe piştgirtineke mezin ji bo me hemûyan ku dest li nav dest kar ji bo serxistina hemû qonaxên Kongreya Neteweyiya Kurd bikîn û ji bo wê yekê bikarîn bi biryar û raspardeyên girîng ve dawî li kongreyê bînîn û hemû aliyek bi kirdarî û praktikî pêve girêdayî û pabend be.
Hêvîdarim beşdarvan bikarin tîmekî lêhatî ji bo komîteya amadekarê kongreyê pêkbînin. Bêguman endambûna li vê komîteyê şanaziyekî mezin dibê û erkekî hestiyar û dîrokî jî li ser şanê vê komîteyê ye. Her li danîna cîh û war û karê lojistîkî bigre heta danîna çarçêweyekî giştî ji bo peyam û armancên kongreyê û her wiha danîna mekanîzmek ji bo pêkanîna sekreteriyeta giştî û herdemiya kongreyê ji bo wê yekê kongreya neteweyî bibê damezraweyekî neteweyî û herdemî û desteyekî hilbijartî jî hebê dûvdaçûna kar û biryar û raspardeyên kongreyê bike. Serokayetiya Herêma Kurdistanê jî li amadekarî û serketina birêveçûna kongreyê de hevkariyeke tevahî dibe.
Rêzdaran
Dixwazim li vir de bi rûnî eve bibêjim ku niha em behsa Kongreya Neteweyiya Kurd dikîn, ne wateya wê yekê ku em berjewendiya neteweyên dinê Kurdistanê li ber çav nagrîn, belku wacibê hevnîştîmanîbûn û mirovayetiyê eve li ser me da disepênê ku li hemû biryarek de berjewendiya hemû gelên Kurdistanê û hemû Kurdistaniyên me li ber çavan bê. Her wiha daxwaz ji we dikim ku bi hêzkirina destkeftên Herêma Kurdistanê û destkeftên Kurd li hemû cîhek bi girîngiyê ve tê temaşe kirin, ji ber ku ew destkeft berhema westabûn û qurbanîdanekî zêdeyê neteweya mene.
Li dawiyê de hêviya serkeftinê li karên we de dixwazim. Daxwaz ji hemû aliyek dikim bi hestkirina tevahî bi girîngî û bi berpirsiyariya vê karê pîroze, bi hemû şiyan û kiryarek ve kar ji bo bi hêzkirina yekrêzî û yekhelwestiya navbera me bikin û mînakeke şaristanî û pêşketiya karê siyasiyê li navçeyê de bixin rû. Min hêviyeke mezin bi paşaroja neteweya Kurd heye û bawerim bi yekgirtin û xebata berdewam û aştîxwazane paşarojeke ronak li benda wê ye.
Gelek spasiya we dikim
Nemirî ji bo şehîdan û
Bijî Kurd bijî Kurdistan



