‘Şêrê Malikî’ xwe avêt ber bextê hêzên Pêşmerge

22-06-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Şingal (Rûdaw) – Artêşa Iraqê ji bajarokê Tileferê yê girêdayî parêzgeha Mûsilê vekişiya û çekdarên rêxistina îslamî ya bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) jî balafirxaneya Tileferê kontrol kirin. Fermandeyê hêzên Iraqê li Mûsilê Ebû Welîd jî ku wek “Şêrê Malikî” tê nasîn, xwe avêt ber bextê hêzên Pêşmerge.

 

Berpirsê Liqa 17 a PDKê li bajarokê Şingalê, Serbest Babîrî ji Rûdawê re got, piştî heftyekê şer û pevçûna hêzên Iraqî li nav balafirxaneya Tileferê li dijî çekdarên DAIŞê fermandeyê hêzên Iraqê li Mûsilê Ebû Welîk ku wek “Şêrê Malikî” tê nasîn, vekişiya û derbasî Şingalê bû.

 

Balafirxaneya Tileferê çepera herî dawî ya artêşa Iraqê li parêzgeha Mûsilê bû û ew jî îro ji dest da. Piştî ku DAIŞê şeva 9ê Hezîrana îsal êrişî Mûsilê kir, hemû hêzên Iraqî yên li Mûsilê ber bi Kerkûkê ve vekişiyan û Mûsil ket destê çekdarên DAIŞê.

 

Serbest Babîr her wiha got, Ebû Welîd bi 600 serbazên Iraqê ve û 60 otomobîlên leşkerî berê xwe dan bajarokê Şingalê, ji be ku Wezareta Parastinê ya Iraqê alîkarî ji wan re neşand lewma neçar man vekişin û xwe radestî hêzên Pêşmerge bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst