Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, diyar kir ku gefên Bexdayê yên li ser Herêma Kurdistanê jiyana rojane ya gelê Kurdistanê daye sekinandin lê me hêvî nedikir bi navê demokrasiyê xelkê bên cezakirin.
Alîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, îro danê êvarê di mîtînga hilbijartinê ya partiya xwe de li bajarê Hewlêrê axaftinek kir û got, welat bêazadî û serxwebûnê geşe nake û emê li ser hewlên xwe bo bidestxistina mafên rewa yên gelê berdewam bin.
Nêçîrvan Barzanî, her wiha got, PDK ji destpêkê ve heta niha hilgirê peyama aştî û pêkvejiyanê bûye û westandina pêşmerge jî ji bîra me naçe.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di beşek din a axaftina xwe behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê kir û got, serokatiya siyasî ya kurd bi pilan in û divê em nûnertiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê bihêz bikin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku gefên Bexdayê jiyana welatiyan daye sekinandin û got, me hêvî nedikir li Iraqê demokrasî bibe darê destê aliyekî siyasî û bi navê demokrasiyê welatiyan ceza bikin.
Li ser qutkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê jî Nêçîrvan Barzanî got, em serê xwe li hember ti kesî naçemînin û dê bi serbilindî kêşeya mûçe çareser bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse