Navenda Nûçeyan - Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ragihand ku Rûsya neheqî û xiyanet li Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiriye.
Fermandarê Giştî yê YPGê Sîpan Hemo di daxuyaniyekê de ji rojnameya Şerq el-Ewset re got: “Rûsya neheqî û xiyanet li Kurdên Sûriyê kiriye û rê daye Tirkiyê ku operasyonê bîne ser Efrînê.”
Di hevpeyvîna ligel rojnameya navborî de, Sîpan Hemo dide zanîn ku hikûmeta Sûriyê ji YPGê re ragihandiye ku Rûsya nihiştiye artêşa Sûriyê bersiva êrîşa Tirkiyê bide û herwiha nehiştiye ku hikûmeta Sûriyê alîkariyê jî bide YPGê.
Hemo dibêje ku wî berî 3 rojan seredana Moskowê kiriye û li gel Serokerkanê Rûsya û berpirsên îstixbarata wî welatî civiya ye.
Bi gotina Sîpan Hemo, Serokerkanê Rûsyayê ji wî re gotiye ku mafê Tirkiyê ye berevaniyê li ewlekariya sînorê xwe bike û ew agahdar kirine ku Rûsya serbazên xwe ji Efrînê vedikişîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse