Dihok (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, li ser gotinên Mîrê Êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg ku gotibû “êzîdî neteweyekî cuda ne” axivî û got: “Ne ez ne mîr Tehsîn ne jî kesekî din dikare nasnameya êzîdiyan kifş bike.”
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh li Dihokê bi komek mezinên olî, rewşenbîrî û siyasî yên êzîdî re rûnişt.
Palamenterê Kurdistanê Şêx Şamo ku tevlî civîna Barzanî bibû, ji Rûdawê re got, di civînê de behsa gellek tiştan hat kirin her wiha bersiva Mîr Tehsîn Beg jî hat dayîn.
Şam diyar kir ku Barzanî li ser gotinên Mîr Tehsîn ku gotibû kurd nînin û ayîn û netewa wan cuda ye, wiha got: “Ne ez ne mîr Tehsîn ne jî kesekî dikare ji êzîdiyan re nasnamê kifş bike. kînga bixwazin bila rapirsînê bikin û bizanin ka êzîdî çi dibêjin.”
Kur û wekîlê Mîr Tehsîn Beg, Hazim Tehsîn Beg jî di civînê de li ser gotinên bavê xwe wiha got: “Bavê min 82 sal temenê wî ye û li ser xwe nîne.
Hazim Tehsîn Beg nexwest zêde li ser gotinên bavê xwe baxife lê tenê wiha got: “Serokê Herêma Kurdistanê soz da ku eger Kurdistanê jî li se dayine divê Şingalê were rizgarkirin. Kesayetiyên êzîdî gazinde li Barzanî kirin li ser rewşa penaberan li Dihokê. Barzanî jî soz da ku çi ji destê wan were ji bo penaberan bikin.”
Mîrê Êzîdiyan Mîr Tehsîn Beg, çend roj berê di hevpeyvînekê de digel televîzyona Al Arabiayê gotibû, êzîdî netewyekî cuda ne û ayîna wan jî ferq dike.



