Hewlêr (Rûdaw)- Endamê konseya rêveber a KCKê û serokê serfermandariya hêzên HPGê Murad Karayilan ragihand ku ew bi talîmatên rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve heta dawiyê girêdayîne û piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê.
Karayilan di nîvîseke xwe ya li rojnameya Aerxwebûnê de diyar kir ku pêvajoya aştiyê sê qonax bûn, ya yekem agirbest û vekşîna gerîla bû, ya duyem dewlet jêrzemînekî qanûnî ji pêvajoyê re çê bike û sêyem qonaxa normalbûn û hev afkirinê bû.
Murad Karayilan destnîşan kir ku pêwîstbû piştî qonaxa sêyemîn hemû girtiyên siyasî yên Kurd û di nav de Ocalan serbest bihatiana berdan û hemû kêşeyên pirsgirêka Kurd çareser bibiya.
Serokê serfermandariya HPGê da zanîn ku ew li pêvajoya aştiyê qet ne poşmamin, ji ber ku ew aştiyê dixwazin û şer naxwazin û ew ji bo aşitiyê jî bi biryarin.

.jpg&w=3840&q=75)

