Rêwîtiya Peykerê Berxwedanê ji Silêmanî heta Kobanê

21-04-2016
RÛDAW
A+ A-


 Kobanê (Rûdaw) -  Peyker hemû rêbendên navbera Hewlêr, Silêmanî û Dihokê bê astengî derbas kir. Lê gava xwest here aliyê din ê avê, rê li ber hat girtin. Piştî gengeşeyeke zêde, Peykerê “Berxwedan”ê ji çemê Pêşxabûrê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

 

Li aliyê din ê avê, bi sedan jin û mêr û zarokan bendewariya Peykerê “Berxwedan”ê dikirin. Ev peyker ji hêla hunermendê Kurd Zîrek Mîre, wek diyariyekê bo bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê hat çêkirin.

 

Dibe ku ew der yekane deriyê sînorî be ku hesteke xweş digire ser ruhê mirov. Çimkî li wir kes mohra çûn û hatinê li paseporta mirov nade. Lê ez û wênegir Selam em ditirsiyan sînor li ber me bigirin, çimkî nû îdareya Kantona Kobanê biryara qedexekirina Rûdawê derxistibû. Beriya ku em vegerin, ji me re gotin ku wan zanîbû em stafê Rûdawê ne, lê wek mêvan rêza me girtin!

 

Em di rêyeke xwelî de ku dihat nûjenkirin çûn. Her cara ku em digihîştin tase yan çalekê, Zîrek Mîre dikir hawar û digot, hêdîka bajo bila peyker neşke.

 

Dinya tarî bûbû. Ji nişka ve li ser rê çend jin û zarok û ciwanan rê girtin. Wan dikir hawar “Bijî berxwedana Kobanê.” Vê dîmenê serhildana bihara 1991ê li Başûrê Kurdistanê anî bîra min.

 

Em gihîştin Dêrika Hemko. Li wir rewşenbîrên Dêrikê û Saziya Jinolojiyê mêvandariyeke şahane li me kirin. Em ber bi Amûdê ketin rê. Xuya bû berê hemû rêbendên asayîşê ji çûna me bo Kobanê hatibûn agehdarkirin, çimkî pir bi germî pêşwaziya me dikirin.

 

Biryar bû em bi şev li Qamişlo bimînin. Lê ji ber ku hejmareke zêde ya xelkê xwe bo pêşwaziya Peykerê “Berxwedan”ê amade kiribûn, me dît ku baştir e em li wir nemînin û rêya xwe bidomînin. Di ber peykerê Hafiz Esed re, em ber bi Amûdê ketin rê. Dema min pirsî, ma qey hê rêjîm li vir maye? Gotin tenê di wê kolanê de navenda wan heye û bêyî desthilat in û ji cihê xwe dernakevin!

 

Em şevekê li mêvanxaneya Kantona Cizîrê man. Dotira rojê, em tevî rewşenbîrên Cizîrê di nav Serê Kaniyê û Girê Spî de, ber bi Kobanê çûn. Şervanan pir bi hûrbînî çavdêriya sînorê Tirkiyeyê dikirin, çimkî ji hatina bi dizî ya çekdarên DAIŞê ditirsiyan.

 

Li ser rêya ber bi Kobanê, me hejmareke zêde ya rekeh (qefesên) hesin dîtin. Dema me pirsî gelo ev çi qefes in? Gotin ew zindanên DAIŞê bûn, nexasim cigarekêş di wan de zindan dikirin.


Li xala sînorî ya Girê Spî aleke mezin a YPGê li ba dibû. Lê li wir mirov hest bi tirsê dikir, çimkî beriya çend rojan çekdarên DAIŞê ji sînorê Tirkiyeyê ve bi dizî derbasî bajêr bûbûn û çend kesên sivîl kuştibûn û bo demeke kin jî bajêr kontrol kiribûn. Lê dûre şervanên YPG û YPJê şerê wan kiribûn û ew ji bajêr qewitandibûn.

 

Girê Spî cihekî stratejî ye. Çimkî rêya paytexta defakto ya DAIŞê Reqayê ye bo sînorê Tirkiyeyê. Herwiha her du kantonên Cizîre û Kobanê jî bi hev ve girêdide. Li Girê Spî ber bi Kobanê rêyeke wêran e. Şûnwarên şer hîn li wir tên dîtin û hin gund hîn jî ji bombeyên DAIŞê nehatibûn paqijkirin.

 

Bi hezaran kes li derwazeya Kobanê di pêşwaziya Peykerê “Berxwedan”ê rawestiyane û hawar dikin “Bijî berxwedana Kobanê.” Sîtêrek (tankera avê) bi berdewamî avê li rê direşîne daku toz û tirabêlka rê bimale.

 

Dema roj diçû ava, em gihîştin Kobanê. Mêvan hatin birin bo mêvanxaneya Şehîd Cedo ku mêvanxaneya Kantona Kobanê ye. Mêvanxane bi navê karkerekî mêvanxaneyê hatiye binavkirin ku di dema karkirinê de li wir şehîd bû. Ew erebaneya ku Cedo pê kar dikir, li dehma mêvanxaneyê hatiye danîn.

 

Di nav xanî û avahiyên hilweşiyayî yên Kobanê de endazyarekî Kurd ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye tê û diçe. Heval Çoman berpirsê cardin avakirina Kobanê ye. Ew bo dema neh rojan li Kobanê bi me re geriya û ji me re behsa awayê cardin avakirina Kobanê dikir.

 

Piraniya bajêr hatiye paqijkirin. Bi gotina xelkê, du milyon ton qirşûqal û gilêş ji bajêr hatiye avêtin. Berê şîrketên ewropî gotibûn emê di 3 salan de bajêr ji we re paqij bikin. Lê xelkê Kobanê di şeş mehan de bajarê xwe paqij kirin.

 

Bi gotina Heval Çoman, vêga li Kobanê kar li ser 300 projeyan tê kirin ku hinek ji wan projeyên stratejî ne, mîna kargeha çîmento, santeral û projeya berhemanîna elektrîkê.

 

Heval Çoman ji ber mijûlbûna wî bi serdana projeyan nikarîbû bi me re berdewam bike, lewma Heval Hevjîn erkdar kir da yaweriya me bike. Hevjîn jî ji Rojhilatê Kurdistanê ye û ji zanîngeheke Awustralyayê doktora di warê civaknasiyê de bidest xistiye. Hevjîn em birin Miştenûrê ku wek cihê herî stratejî yê Kobanê tê dîtin û şerekî giran li ser hat kirin beriya ku bajêr ji destê DAIŞê bê derxistin.

 

Kobanê 128 rojan li ber xwe da. Vê berxwedana han wiha li hunermendekî wek Zîrek Mîre kir ku peykerekî hêjayî wê berxwedanê û bi navê Berxwedan pêşkêşî Kobanê bike. 

 

Şervan dibêjin di dema wan 128 rojan de, bêhtirî 1000 şervan ji jin û mêran şehîd bûn. Wan digotin ew tucarî qehremaniya jineke nola Arîn Mîrkanê ji bîr nakin ku hejmareke zêde ya çekdarên DAIŞê kuşt û piştre jî xwe bi hejmarekê ji çekdarên DAIŞê de teqand.

 

Şervanan vegotin ku şerên herî giran li bereya rojavayê Kobanê û taxa Kaniya Kurdan qewimîn û tena navçe bû ku di destê şervanan de mabû. Pêşmerge û hêzên hevpeymaniya navneteweyî bi hawara şervanan ve hatin û piştî 128 rojan karîbûn bajêr ji destê DAIŞê derxin.                                      

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst