Roja Zimanê Zikmakî – Dibsitana kurdî hat girtin

21-02-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li Amedê Dibistana Seretayî ya Ali Erel ku perwerdehiya kurdî dida deriyê wê ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat morkirin.

Li navçeya Kayapinar a Amedê Dibistana Seretayî ya Ali Erel ku 5ê Cotmeha 2015ê hatibû vekirin û perwerdeya wê kurdî bû, bi biryara parêzgeriya Amedê hat girtin.

Dibistana 60 nêzîkê 60 xwendekar di nav de perwerdehiya kurdî didît bi biryara parêzgariya Amedê, tîmên ewlekariyê ye bi hinceta "peywira dibistana seretayî ya kurdî" tê dîtin deriyê wê morkirin.

Rêveberên dibistanê diyar kirin ku bi awayek bêhiqûqî hatiye girtin û ew ê li hember girtina dibistanê serî li darêzgeriyê bidin.

Dibistana Seretayî ya Ali Erel par ji aliyê Hevseroka Şaredariya Mezin a Amedê Guleten Kişanak, Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier û Parlamentera HDPê Nursel Aydogan ve hatibû vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst