Endamê Serokatiya PDKê Ewnî: Ti saziyeke fermî yê PKKê li Başûr tine

20-05-2014
RÛDAW
Elî Ewnî
Elî Ewnî
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya girêdayî PKKê, Partiya Demokrat a Kurdistanê bi girtin û êrişa li dijî sazî û dezgehên Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdsitanê (PÇDK), ku wek şaxê Başûr yê PKKê tê nasîn, yên li Dihok û Zaxo û Hewlêrê tohmetbar dike. Endamê Serokatiya PDKê Elî Ewnî jî ragihand, li gorî ku ew agahdar in ti saziyeke fermî yên PKK û PÇDKê li Başûr nîne û ev îdiayên medyaya PKKê “êrişên organîze” li dijî PDKê ne.

 

Bi gotina wê medyayê, di nava wan dezgehan de ku rastî operasyona çekdarên PDKê hatine li gor ku ew dibêje, KNK, ajansa Dîcle, Rêxistina Jinên Star, Navenda Ciwanên Welatparêz, rojnameya Roja Welat û Partiya PÇDK hene. Ew medya diyar dike ku operasyon li Hewlêrê, Zaxo û Dihokê pêk hatiye.

 

Kongreya Civaka Demokratîk li Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û têde got ku divê PDK lêborîna xwe bixwaze û êrîşa çekdarên wê li ser wan dezgehan ziyanê digihîne PDKê bi xwe jî…

 

Li ser vê mijarê, endamê serokatiya PDKê Elî Ewnî, beşdarî bûltena nûçeyan a saet 19:00 a Rûdaw TV bû û ragihand, ti saziyeke fermî yê PKK û PÇDKê li Hewlêr, Dihok û Zaxo tine û îdiayên ku tên kirin tenê qesta wan reşkirina rûçkê PDKê û derxistina astengiyan li pêşiya PDKê ye da ku PDK nekare mafên kurdan biparêze.

 

Elî Ewnî, anî ziman ku ew saziyên ku tên behskirin saziyên wehmî û derqanûnî ne lewma hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê li gorî erka xwe li pey diçin û çi pêwîst be dê bikin û wiha anî ziman: “Ev kar ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmetê ve hatiye kirin nek PDK, ji ber ku PDK ne dûr û ne jî nêzîk agahdar vê yekê nîne.”

 

Wî rayedarê PDKê ji PYD, PÇDK û PKKê xwest, hurmeta qanûnên Herêma Kurdistanê bigirin û ewlehiya Kurdistanê têk nedin.

 

Ji aliyekî din, berpirsekî Partiya Kesk a Kurd li Sûriyê ku hevpeymana PYDê ye li Rojavayê Kurdistanê, Zîrek Şêxo ji Almanya bi telefonê beşdarî bûltenê bû, diyar kir ku nedibû PDKê bi ser sazî û dezgehên PÇDKê de girtiba ji ber ew sazî, saziyên sivîl in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst