Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsê dergehê sînor ê ji aliyê Herêma Kurdistanê yê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de ji Rûdawê re ragihand dergehê sînor ji ber sedemekî teknîkî hatiye girtin. Berpirsekî serokatiya Herêma Kurdistanê jî ragihand ku wê îro li ser vê mijarê daxuyaniyekê bidin.
Di çapemeniya Tirkiyê de hat belavkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê sînorê Pêşxabûr ê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de girtiye.
Berpirsê dergehê sînor ê ji aliyê Herêma Kurdistanê yê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê Şewket Berbûharî ji Rûdawê re got: “Dergeh ji ber sedemekî teknîkî hatiye girtin û wê di demekî nêzîk de bê vekirin.” Berbûharî diyar kir ku ti sedemekî siyasî li pişt girtina sînor nîne.
Berpirsê peywendiyên giştî yê serokatiya Herêma Kurdistanê û berpirsê dosyeya rojavayê Kurdistanê li serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî derbarê girtina sînor de ji Rûdawê re got: “Emê li ser vê mijarê îro danê êvarî civîneke çapemeniyê lidarbixin.” Derbendî girtina sînor a ji aliyê Herêma Kurdistanê ve piştrast nekir û red jî nekir.



