Hewlêr (Rûdaw) – Berî du rojan 74 endamên Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-Partî) dema derbasî rojavayê Kurdistanê dibûn, hatin binçavkirin. El-Partî, PYDê bi girtina wan endamên xwe tometbar dike. Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re diyar kir ku wê îro yan sibe ew kes bên berdan.
El-Partî, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi girtina endamên xwe tometbar dike. PYD jî radigihîne ku ew kesên ku hatine girtin ji başûrê Kurdistanê bi riyên ne rewa derbasî rojavayê Kurdistanê bûne.
El-Partî: PYD berpirsyar e
Endamê polîtboruya El-Partî Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re got: " Hejmara kesên ji aliyê çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatine girtin 74 kes in. Ji wan 47 kes ji Kobanê, 24 ji Efrînê û 3 kes jî ji Girkê Legê ne.”
Îsmaîl ragihand ku Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê, komîteyeke şopandinê sazkiriye, lê PYD heta niha bersiva hewldanên wan nedaye.
Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand ku PYD dê berpirsiyar be li ber her bertekekî civakî de.
Li aliyê din, jêdereke berpirsiyar ji Hêzên Parastina Gel (YPG) ji malpera fermî ya PYDê re ragihand ku girtina 70 kesî li sersînor erkê wan yê netewî û ewlekarî ye. Heman berpirsî destnîşan kir ku hinek ji wan kesên hatine girtin, gûle berdane hêzên parastina sînor û ji ber vê yekê hêzên YPGê ew kes girtine.
Berpirsê YPGê wiha got: "Me ji wan ne pirsiye ka ew hevalên kê ne, me ew radestî asayişê kirine û niha lêkolînê bi wan re dikin."
Ev demeke bûyerên girtin û windakirinê li navçeyên Kurdî ji aliyê YPGê ve tên kirin.
Li gor nûnerê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (El-partî) yê li başûrê Kudistanê Seîd Omer, soz hatibû dayîn ku hevalê wan şeva 18ê gulanê serbest werin berdan, lê heta niha ew girtî ne.
Asayîş berpirsê girtina wan kesan e
Nûnerê PYDê yê Herêma Kurdistanê Cafer Henan jî derbarê binçavkirina endamên El-Partî de ji Rûdawê re wiha got: “Asayîş berpirsê girtina wan kesan e. Mafê asayîşê heye ku her kesî bigre. Li gorî di ragihandinê de tê gotin, ne wisa ye.”
Cafer Henan destnîşan kir ku piştî lêpirsîna ligel wan qediya wê bên berdan û wiha got: “Îro yan sibe tên berdan.”
Piştî binçavkirina endamên El-Partî hat ragihandin ku sînorê navbera rojava û başûrê Kurdistanê de hatiye girtin. Li ser vê yekê berpirsê xala sînor Şewket Berbûharî ji Rûdawê re ragihand ku di vê derbarê de ti daxuyaniyan nadin.



