Barzanî: Parastina Kobanî, parastina şeref û kerameta gelê kurd e

19-09-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser rewşa Kobanî peyamek belav kir û banga li civaka navdewletî kir bi hewara Kobanî biçe.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di daxuyaniyekê de li ser rewşa herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ku ev çend roj in di bin êrişên giran ên DAIŞê de ye, ragihand, êriş û hovîtiyên DAIŞê li dijî Kobanî û Rojavayê Kurdistanê gef e li ser hemû gelê Kurdistanê.

Barzanî wiha got: “Êrişên DAIŞê li ser Kobanî şeref, keramet û man û nema gelê me kiriye armanc.”

Serokê Herêma Kurdistanê ji hemû hêz û aliyên Kurdistanî xwest, nakokiyên xwe bidin aliyekî û keramet, xak û jiyana welatiyên Kobanî biparêzin.

Barzanî her wiha bang li civaka navdewletî jî kir bi hewara Kobanî biçe û hemû cure tedbîrên pêwîst bo parastina gelê Kobanî û Rojavayê Kurdistanê bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst