Hewlêr (Rûdaw) – Kurê yekemîn serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed, Elî Qazî ku li ber avahiya Parlamentoya Kurdistanê ketibû girevê, rakirin nexweşxanê.
Peyamnêrê Rûdawê ragihand, bîstekê beriya niha kurê Qazî Mihemed, Elî Qazî ku ev çend roj bûn li dijî kirîza serokatiya Herêma Kurdistanê û lihevnekirina partiyên siyasî li ser heyama serokatiya Barzanî li ber avahiya parlamentoyê ketibû girevê, îro rewşa wî ya tenduristiyê têkçû.
Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, Elî Qazî rakirin nexweşxanê û niha di bin çavdêriyê de ye û nojdaran jê re gotiye, divê tu bêhna xwe vedî.
Li gorî agahiyên Peyamnêrê Rûdawê, Elî Qazî li nexweşxanê jî behsa kirîza serokatiyê û lihevnekirina partiyên siyasî dikir.
Hat zanîn ku Elî Qazî li Ewropayê operasyona dil kiriye.



